21:16 21 Hezîran 2018
Parlamentoya Almanyayê

Li Parlamentoya Almanyayê şerê li Efrînê hat nîqşakirin

© REUTERS / Axel Schmidt
Ewropa
Lînkê kurt
0 10

Partiya CDU ya Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û siaysetmedarên girîng yên SPDyê yên hevkarê koalisyona hikûmetê li dijî operasyona Tirkiyeyê ya li ser Efrînê rexneyên tund kirin. Parlamneterê CDUyê Johann Wadepul got, "Ev operasyonê tiştekî ji operasyoneke rewa wêdetir e."

Li Almanyayê partiyên desthilat yên wekî Yekîtiya Demokratîk ya Xristiyanan (CDU) û Partiya Demokrat ya Sosyal (SPD) rexneyên giran li êrîşên artêşa tirk yên li ser Efrînê girtin.

Li gorî beşa tirkî ya malpera Deutsche Welle îro li Parlamentoya Almanyayê li ser rewşa Rojhilata Navîn danişînek hat lidarxistin û di danişînê rexneyên giran li êrîşên dewleta tirk yên li ser Efrînê hatin girtin.

‘DORPÊÇKIRINA EFRÎNÊ TIŞTEKÎ JI OPERASYONA REWA WÊDETIR E'

Li ser navê partiya desthilat ya Yekîtiya Demokratîk ya Xristiyanan (CDU) Dr. Johann Wadephul axivî, û got, "Ger Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan dorpêçkirina bajarê Efrînê îzeh dike, ev tiştekî wisa ye ku ji operasyoneke rewa ya li dijî terorîstan wêdetir e."

Wadephul diyar kir ku divê Almanya vê yekê bi awayekî eşkere bîne ziman û bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku ‘rêzê li hiqûqa navdewletî bigire û serweriya Sûriyeyê biparêze.'

‘DELÎLÊN TIRKIYEYÊ MIN QANÎ NAKIN'

Berdevkê Polîtîkaya Derve ya SPDê Niels Annen jî nêzîkatiya ‘xweparastina rewa' ya Tirkiyeyê rexne kir û got, delîlên ku Tirkiyeyê pêşkeş dikin, wî qanî nakin. Annen bi bîr xist ku ew kesên ku Tirkiye niha li Efrînê li dijî wan şer dike, li dijî DAIŞê şer dikirin.

Niels Annen got, "Ez bawer nakim ev operasyona Tirkiyeyê dikeve nav çarçoveya hiqûqa navdewletî" û daxwaz kir ku bila di bin sîwana NATOyê d eji bo Efrînê înisiyatîfek were avakirin. Annen bêdengiya NATOyê ya heta îro jî rexne kir.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî di danişîne de axivî lê di axaftina xwe de qet behsa Efrînê nekir û tenê li ser mijara Rojhilatê Gutayê axivî. Ev yek jî bû sedema bertekdayîna parlamenterên Partiya Çep û Partiya Keskan. Parlamenterên van partiyan axaftina Merkel wekî tiştekî 'beredayî' bi nav kir.

Bi heman mijarî:

Encamên operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê
‘Ji ber şer veneguhere şerê dewletan Artêşa Sûriyeyê bi fermî neket Efrînê’
Abdullah Agar: Grûba ku derbasî Efrînê bû ji taxa Şêxmeqsûdê hat
‘Tirkiye li Efrînê li dijî hêzên Esed wê bi ya xwe bike'
Wezîrê derve yê Tirkiyeyê derbarê hêza ku çûn Efrînê de daxuyanî da
Hevserokê PYDê Şahoz Hesen: Tirkiye dixwaze Kurdan bi temamî ji Efrînê derbixe
Etîketan:
nîqaşkirin, şerê li efrînê, Partiya Demokrat a Civakî (SPD), Partiya Xristiyanên Demokrat (CDU), Niels Annen, Dr. Johann Wadephul, Efrîn, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de