14:28 20 Gulan 2018
    Parlamentera kurd a Partiya Keskan a Avusturyayê

    Aslan: Ji ber bêdewletbûnê kurd li Ewropayê wekî sêwiyan in

    © Foto : vocaleuropa.eu
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    0 50

    Parlamentera kurd ya berê ya Parlamentoya Avusturyayê Berîvan Aslan diyar kir ku êrîşên dewleta tirk yên li ser Efrînê tenê ji bo siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê tên kirin û ji bo helwesta Ewropayê jî got, Ewropa dikare gavên berbiçav bavêje lê ji ber kêşeya penaberan bêdeng dimîne.

    Parlamentera kurd ya berê Parlamentoya Avusturyayê Berîvan Aslan li ser şerê li Efrînê û helwesta welatên Ewropayê ya li hemberî vî şerî ji Sputnik Kurdistanê re axivî. Arslan derbirî ku hikûmeta Erdogan ev êrîşên li ser Efrînê tenê ji bo hilbijartinên li Tirkiyeyê da destpêkirin û ev tişt gotin:

    ‘ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ TENÊ JI BO HILBIJARTINAN TÊN LIDARXISTIN'

    "Êrîşên li ser Efrînê bi tevahî ji bo hilbijartinan tê lidarxistin. Ji ber ku Recep Tayip Erdogan di heman demê de bajar bi bajar digere û hestên neteweperestiyê yên mirovan gur dike. Operasyona li ser Efrînê bi vî awayî dike amûra hilbijartinê û eşkere ye ku bi vî awayî amadehiya hilbijartinê dike. Îzaheteke wê ya din tune ye. Tenê ji bo siyaseta navxweyî vê yekê dike. Ji ber ku ji aliyê YPG û YPJê ve ti êrîş li dijî Tirkiyeyê nehat kirin û ti xetereyek ji bo Tirkiyeyê tune bû."

    ‘SIYASETMEDARÊN EWROPAYÊ BI ERDOGAN BAWER NAKIN'

    Siyasetmedara kurd destnîşan kir ku baweriya siyasetmedarên Ewropayê êdî bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan nemaye û wisa axivî: "Recep Tayip Erdogan niha di çavên siyasetmedarên Ewropayê de wekî serokekî pêbawer nayê dîtin. Jixwe ew jî piştî hewldana derbeya leşkeri ya 15ê Tîrmehê her tim dibêje, hatiye xapandin. Yanê ger ew qas tê xapandin, ku divê welatiyên Tirkiyeyê jî êdî wisa fêm bikin, wê demê ev kes ji bo vê pozisyonê ne kesekî hêja ye."

    ‘SIYASETA EWROPAYÊ JI BO KÊŞEYA PENABERAN BÊDENG E'

    Berîvan Aslan li ser nêzikitiya welatên Ewropayê ya li hemberî Tirkiyeyê anî ziman ku niha ji bo wan welatên Ewropayê hinek tiştên sereke hene ku ew tişt li pêş tên girtin û got, "Mesela niha kêşeyeke penaberan heye. Ev kêşeya penaberan di pêvajoya Kobanê de tune bû. Pêvajoya Kobanê pêvajoyeke cuda bû û ev kêşeya penaberan li ber Ewropayê tune bû. Herwisa li bajarên Ewropayê gelek êrîşên DAIŞê hebûn. Ji ber vê yekê welatên Ewropayê wê demê dikarîbûn rasterast gav biavêtana û midaxele bikirana. Lê pêvajoya Efrînê cuda ye. Di vê pêvajoyê de kêşeya penaberan li holê heye û ev jî partiyên desthilat yên li Ewropayê dixe korerêyekê. Ji ber ku Erdogan îro tenê hezar penaberan bişîne jî, partiyên desthilat yên rastgir ditirsin pozisyona wan ya desthilatiyê ji destê wan biçe. Ji ber vê tirsê dest û piyên wan girêdayine."

    ‘XELKÊ EWROPAYÊ KURDAN WEKÎ QEHREMAN DIBÎNE'

    Berîvan Aslan amaje wê yeke kir ku xelkê Ewropayê ji ber bêdengiya siyaseta Ewropayê ya li hemberî şerê li Efrînê xemgîn e û got, "Gava em li xelkê Ewropayê binerin, bi xemgînî pêvajoyê dişopîne û ti wateyê nade vê yeke. Xelkê Ewropyaê kurdên li Rojava wekî qehreman dibine û dibêjin, ‘Em bi saya wan ji DAIŞê rizgar bûne'. Xelkê Ewropayê wisa difikire û herwisa dibêje, siyaseta payebilind ya li Ewropayê li hemberî vê rewşê bêdeng dimîne. Xelkê Ewropayê qet ji vê bêdengiyê fêm nakin."

    ‘EWROPA DIKARE AMBARGOYA ÇEKAN BIDE SER TIRKIYEYÊ'

    Berivan Aslan daxuyaniya Partiya Xristiyanên Demokrat ya Angelina Merkel ya Almanyayê ku gotibû, ‘divê Tirkiye ji Efrînê derkeve', wekî daxuyaniyeke derengmayî şîrove kir û axaftina xwe wisa berdewam kir: "Ligel vê yekê tenê tê gotin, ‘em bifikar in, bila şer nebe' lê ev têrê nake û divê gavên berbiçav werin avêtin. Di encamê de Tirkiye îro namzede Yekîtiya Ewropayê (YE) ye û gelek peymanên wan hene. Beriya her tiştî ev peyman di berçavan re dikarin werin derbaskirin. Peymana Yekîtiya Gumrukê ji wan yek e û divê ev peyman di ber çavan re were derbaskirin. An jî pêkan e ku ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê were dayîn. Yanê gelek gavên berbiçav dikarin werin avêtin. Lê ew gelekî pasif tevdigerin. Ji ber ku li Almanyayê gelek hemwelatiyên Tirkiyeyê hene û Almanya Tirkiyeyê wekî endamekî girîng yê NATOyê dibine. Herwisa gelek hemwelatiyên Almanyayê li Tirkiyeyê girtî ne. Yanê hiqûqa Almanyayê ya bi Tirkiyeyê re hebkî cuda ye û ya rast ez ji Almanyayê zêde tiştekî hêvî nakim. Mesela dîsa dikarin balyozên xwe yên li Tirkiyeyê şûnde vekişînin an jî bangî balyozên Tirkiyeyê yên li welatên xwe bikin û hewl bide rewşê fêm bike. Tenê kêm be jî ji Hollandayê dengek derket."

    ‘KURD LI EWROPAYÊ QÎMETEKE KÊM DIBÎNIN Û LI DIJÎ WAN KAMPANYAYÊN DEŞÎFREKIRINÊ HENE'

    Parlamentera berê ya Ewropayê Aslan derbarê rewşa û hewldana kurdên li Ewropayê ya ji bo Efrînê jî got, "Rewşa kurdên li diasporaya Ewropayê hîn xerabtir e. Ji ber ku wekî penaber tên dîtin, li vir rastî miameleyeke kêmqîmetê tên. Herwisa li Ewropayê nijqadperestî jî zêde dibe û kurd jî li welatên Ewropayê yên lê nîştecih in, ji ber nasnameya xwe rastî helwesta yêndinkirinê tên. Ligel vê yekê ji aliyê rêxistin û kesên AKPyî û MHPyî yên li Ewropayê ve rastî zext û tundiyê tên. Li hemberî kurdan kampanyayên deşîfrekirinê hatin destpêkirin û dibêjin, ‘ger hûn li ser medyaya civakî li dijî Recep Tayip Erdogan tiştekî bibêjin em ê giliyê we bikin'. Bi vî awayî gefan li kurdan dixwin û polîtîkayê tirsandinê belav dikin."

    ‘JI BER KU DEWLET Û DÎPLOMATÊN KURDAN TUNE NE, RASTÎ MIAMELEYA SÊWIYAN TÊN'

    Parlamentera kurd ya berê ya Avusturyayê derbirî ku ev helwestên li hemberî kurdên li Ewropayê, kurdan dike wekî sêwiyan û ji bo sedema vê yeke ev tişt gotin: "Kurd li vir wekî sêwiyan e. Ji ber ku dewlet û dîplomatên kurdan yên pişta xwe bispêrinê, tune ye. Dîsa jî her kes li gorî derfetên xwe hewl didin tiştekî bikin. Xwepêşandan û mitîngan li dar dixin, bi gelek saziyên sivîl re çalakiyan birêve dibin. Belavok tên belavkirin. Di heman demê de bi siyasetmedaran re hevdîtinan pêk tînin û ji wan dixwazin div ê mijarê de tiştekî bikin. Lê helbet ev polîtîkayên çavtirsandinê derfetên kurdan hebkî din asteng û sînordar dikin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Ji ber şer veneguhere şerê dewletan Artêşa Sûriyeyê bi fermî neket Efrînê’
    Rojnameya îsraîlî: Tirkiye dê li Efrînê bi ser nekeve
    ‘Tirkiye li Efrînê li dijî hêzên Esed wê bi ya xwe bike'
    Abdullah Agar: Grûba ku derbasî Efrînê bû ji taxa Şêxmeqsûdê hat
    Hevserokê PYDê Şahoz Hesen: Tirkiye dixwaze Kurdan bi temamî ji Efrînê derbixe
    Wezîrê derve yê Tirkiyeyê derbarê hêza ku çûn Efrînê de daxuyanî da
    Etîketan:
    êrîşên artêşa tirk ên li dijî Efrînê, sêwî, bêdewletbûn, Parlamentera kurd ya berê ya Parlamentoya Avusturyayê, Berîvan Aslan, Efrîn, Avusturya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de