13:44 21 Hezîran 2018
Efrîn

Almanya: Dorpêçkirina Efrînê dê êş û azara sivîlan zêde bike

© AFP 2018 / AHMAD SHAFIE BILAL
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Almanyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê dorpêçkirina bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiye û komên girêdayî wê ve, bibe sedema xerabûna rewşa mirovî ya sivîlan.

Li ser hesabê twitterê yê wezaretê hat gotin, "Dê gefa dorpêçkirinê ya ser Efrînê, bibe sedema berdewama êş û azara xelkê sivîl."

​Beriya niha jî nêzîkî 100 nivîskar, hunermend û akademisyenên almanî bi nameyekê daxwaz ji Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel kiribûn ku li dijî operasyona Efrînê bertekê nîşan bide.

Merkelê jî dabû xuyakirin, berjewendiyên meşrû yên ewlehiyê yên Tirkiyeyê hene, lê ew fikarên xwe yên derbarê aloziyeke navbera hevalbendên NATOyê de jî tînin ziman.

Bi heman mijarî:

Kalaşnîkov: Divê Tirkiye li ser Efrînê bi kurdan û aliyên din re li hev bike û vekişe
Pûtîn 1ê Adarê li Meclîsa Federalî diaxive
Amerîka: Em li Efrînê alîkariya ti hêzekê nakin û naxwazin sînorên Sûriyeyê bên guhertin
Parlamentera berê ya Batmanê şandin girtîgeha Amedê
Li Sûriyê êrîşî navenda çavderiya agirbestê ya Rûsyayê kirin
‘Hêzên hikûmeta Sûriyeyê digel topbaranê jî ketin Efrînê’
Etîketan:
Efrînê, Sûriye, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de