13:44 21 Hezîran 2018
Nêçîrvan Barzanî

Barzanî: Hilbijartinên Kurdistanê di Îlonê de tê lidarxistin

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, tê plankirin ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê di meha îlonê ya pêş me de were lidarxistin lê dîrok hêj ne eşkere ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya ji bo Sputnikê de got, "Dîrok hêj ne diyar e. Piştî vegera xwe ya ji Munihê ez ê bi hemû partiyên siyasî re bicivim. Ez hêvî dikim ku em karibin dîrokê eşkere bikin. Hilbijartinên parlamentoyê di meha îlonê de dê werin birêvebirin. Hilbijartinên serokatiyê li cem me tune ye, hilbijartinên parlamentoyê hene."

Beriya niha Partiya Demokratîk ya Kurdistanê (PDK) diyar kiribû hilbijartinên parlamento û serokatiyê yên li herêmê dê di meha Tîrmehê de werin birêvebirin.

Barzanî herwisa got, Herêma Kurdistanê ji bo kontratên nû yên ligel şîrketa petrolê ya rûsî Rosneftê derfetan dinirxîne.

Bi heman mijarî:

Barzanî û Joe Biden li hev civiyan
Malpera fermî ya Mesûd Barzanî dest bi weşanê kir
Barzanî û Ebadî hevdîtinek pêk anîn
Barzanî sibe beşdarî Konferansa Asayişê ya li Almanyayê dibe
Şêwirmendê Barzanî: Fransayê dorpêçên dîplomasî yên ser Herêma Kurdistanê şikandin
Etîketan:
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan, Munih
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de