15:40 22 Nîsan 2018
    Federica Mogherini

    YE li Brukselê kongreya duyem a Sûriyê li dar dixe

    © REUTERS / Francois Lenoir
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini ragihand ku YE amadekariyan dike ku li Brukselê kongreya duyem li ser rewşa mirovî ya krîza Sûriyê saz bike.

    Mogherini ku ji bo beşdarî civîna Wezîrên Derve yên YEyê li paytexta Bulgaristanê Sofiyayê ye got, "Em niha amadekariya kongreya duyem a Brukselê ya derbarê paşeroja Sûriyê û navçeyê bi giştî dikin, taybet ji aliyê mirovî ve."

    Federica Mogherini da zanîn, armanca lidarxistina kongreyê komkirina alîkariyan e bo welatiyên sûrî û penaberên li Urdin, Tirkiye û Libnanê ye.

    Hêjayî bîrxistinê ye, di meha nîsana 2017an de jî li Brukselê kongreyek derbarê krîza Sûriyê de hatibû lidarxistin ku di wê kongreyê de 6 milyar euro bo alîkariya gelê Sûriyê hatibû komkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Yildirim di civîna ligel Merkel de bertek ji wêneyên Efrînê re nîşan da
    13 leşkerên li Efrînê birîndar bûne rakirin nexweşxaneyên Kilisê
    Le Monde: Erdogan kesên muhafezekar û mêldarên Rûsyayê nêzî xwe dike
    HSD encama şerê Efrînê ya 24 saetan ragihand
    ‘Ji ber ku kar nedît bû karsaz'
    Hevdîtina Tillerson û Erdogan destpêkir
    Angelina Jolie ya rûsî: Madalyayan nadine bedewiyê
    Etîketan:
    Kongre, Bruksel, Sûriye, Sûriye, YE, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de