02:13 26 Sibat 2018
Zindî
    Serokokamarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan

    Le Monde: Erdogan kesên muhafezekar û mêldarên Rûsyayê nêzî xwe dike

    © REUTERS/ Christian Hartmann
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rojnameya Fransizî Le Monde di analîzeke li ser Erdogan de got ku “piştî ku baweriya Erdogan bi Amerîkayê kêm bû, kesên muhafezekar û mêldarên Rûsyayê nêzê xwe kir.”

    Di rojnameya Fransizî Le Monde de li ser Erdogan analîzeke ber fireh hat weşandin. Di analîzê de balê kişandiye ser ku Tirkiye ji hevkarên xwe yên NATOyê her diçe dûrdike. Rojname gor agahiyên ku dispêre çavkaniyên NATOyê, di tevgerên rojane de dewletên NATOyê û Tirkiye zede bi hev nakin. Lê dîsa jî Tirkiye din av NATOyê de faktorek muhîm e.

    ‘TIRKIYE EV DU SAL E SERPERÊN XWE NAŞÎNE WASHINGTONÊ'

    Di analîzê behsa têkiliyên Amerîka û Tirkiye jî bi vê awayê tê kirin. " Îro têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê bi ‘şûr û mertal' e. Beriye de Tirkiyê gelek serpêlan ji bo perwerdahiyê dişandin Akademiya Leşkerî ya Washingtonê, lê bele ev 2 sal e naşîne. Ev dide nîşan ku krîzek di navbera wan de heye."

    ‘ERDOGAN KESÊN MUHAFAZEKAR LI DORA XWE TOP KIR'

    Le Monde balê dikşîne ser wan kesên ku vê gav bi Erdogan re dixebitin. "Piştî hewldana darbeya 15ê tîrmehê Erdogan xwe bi tenê dît û kesên muhafazakar û mêldarên Rûsyayê li dora xwe tov kirin. Damezrînerê SADATê Adnan Tanrıverdi jî yek ji wan kesên muhafezekar e û ev kes îro serşêwirmendê Edogan e. Her wiha di artêşa Tirk da jî Erdogan pirayî serleşkerên mêldarê Rûsyayê da bicihkirin."

    Bi heman mijarî:

    Serokên rojavayî ji Sovyetan re wead kirine ku NATO dê ber bi rojhilat ve berfireh nebe
    NATO: Em ji destdirêjiya Îranê ya nava Iraqê aciz in
    Rasmussen: Mijara YPGê dikare NATO ji hev bixe
    Hevdîtina Tillerson û Erdogan destpêkir
    Ji bo gotinên 'Erdogan pere bexşandiye' doz hat vekirin
    Etîketan:
    sadat, Erdogan, NATO, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de