08:40 21 Sibat 2018
Zindî
    Leşkerên artêşa Iraqê

    Mîsyona perwerdeya leşkerên Iraqê berfirehtir dibe

    © AFP 2018/ Ahmad al-Rubaye
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrên Parastinê yên endamên NATOyê bi civînekê hatin ba hev. Di civînê de hin biryar hatin stendin ku yek ji wan berfirehkirina misyona perwerdeya leşkerên li Iraqê bû. Hat ragihandin ku wê ji bo Hêzên Çekdarên Iraqê dibistan û akademî werin vekirin.

    Sekretere Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, piştî civîna wezîrên parastinê daxuyaniyek da û got, plandikin ku mîsyona perwerdeya leşkerên Iraqê berfirehtir bikin. Stoltenberg wiha dewam kir: "NATO, xwe amade dike ku ji bo leşkerên li Iraqê dibistanên nû û akademiyan veke. Emê mîsyona perwerdeya leşkerên Iraqê berfirehtir bikin."

    Her wiha Stoltenberg hejmara xebatkaran û cihê ku dibistan û akademî lê vebin eşkere nekir. Lê li gor daxuyaniyên dîplomatên NATOyê di misyona perwerdeya berfirehkirî de nêzî 200 xebatkar wê bixebitin. Tê payin ku perwerdeya leşkerî li paytext Bexda, bajarên din û dewletên cîran wek Urdunê jî wê bê kirin.

    Li gorî Wezareta Parastinê ya Elmanyayê li paytextê Herêma Kurdistana Iraqê Erbîlê jî perwerdeyek berfireh dibe ku bê dayin.

    Bi heman mijarî:

    Economist: Tirkiye û NATO ji hev dûr dikevin
    NATO serdana Tirkiyê dike
    NATO îdîakir ku Rûsya Peymana Hêzên Nukleerî yên Menzîla Navîncî binpêkiriye
    Serokên rojavayî ji Sovyetan re wead kirine ku NATO dê ber bi rojhilat ve berfireh nebe
    Etîketan:
    Perwerdehî, Iraq, NATO, Jens Stoltenberg, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de