14:50 19 Sibat 2018
Zindî
    Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis

    Mattis: Em û Tirkiyeyê li ser hin xalan wekî hevdu nafikirin

    © REUTERS/ Yuri Gripas
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 20

    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis piştî hevdîtina xwe ya ligel Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Canikli li Brukselê daxuyanî da.

    Mattis anî ziman ku Amerîka di warê endîşeyên ewlehiyê de li cem Tirkiyeyê ye û got, ""Hevdîtinên bi Tirkiyeyê re li ser esasê dirustî û şefaftiyê ye. Armanc ew e ku meseleya Sûriyeyê bi rêya Neteweyên Yekbûyî were çareserkirin."

    Mattis derbirî ku divê Amerîka û Tirkiye diyaloga xwe bidomîne û ev tişt anîn zimam: "Rêyên me yên diyalogê ji Tirkiyeyê re vekirîne. Ez difikirim ku me zemîneke hevpar dîtiye lê bi heman awayî di warê hinek xalan de em û Tirkiyeyê wek hevdu nafikirin."

    Mattis anî ziman ku brîfîng û agahiyên ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê dane 29 welatan berdewam dikin û got, "Em ê ji bo dîtina rêyên hevkariyê xebatên xwe bidomînin. Lê Pêvajoya Cenevê bi vî awayî çareser nabe."

    Bi heman mijarî:

    Li Sûriyeyê 4 leşkerên Îranê hatin kuştin
    Tirkiyeyê ji Amerîkayê xwest ku piştgiriya YPGê bi dawî bike
    Brett McGurk: Em piştgiriya Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dikin
    Çalakiya ji bo Ocalan hat astengkirin
    Li Amerîkayê pezkovî helîkopter xist
    Serdana Tillersonî ya Tirkiyeyê: 'Yan avakirin an jî xerakirin e'
    Etîketan:
    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê, James Mattis, Bruksel
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de