13:59 25 Nîsan 2018
    Alên Yûnanistan û YE li Atînayê li ber Akropolê pel didin

    ‘Tirkê herî baş yê mirî ye’

    © AFP 2018 / Louisa Gouliamaki
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 30

    Wezîrê berê yê Yûnanistanê Theodoros Pangalos, di bernameyeke radyoyê li ser ragêşîya di navbera Tirkiye û Yûnanistanê da axivî û got ku “Tirkê herî baş yê mirî ye.”

    Wezîrê Karê Derve yê berê Theodoros Pangalos, di Radyoyê Skaî de li ser ragêşîya di navbera Tirkiye û Yûnanistanê da axivî. Pangalos di axaftina xwe de balê kişand ser ku problema Yunanistanê ya herî mezin Tirkiye ye. Yûnanistan çiqas niyeta baş bide nîşan jî Tirkiye dîsa ji vê niyetê fêhm nake. Theodoros Pangalos got, "ez heya îro rastê Tirkeke baş nehatime."

    Wezîrê berê Pangalos di dewamiya axaftina xwe de li ser pirsgirêka Girava Îmiayê ya di navbera Trikiyê û Yûnanistanê de axivî. Theodoros Pangalos destnîşan kir ku çareserkirina vê pirsgirêkê bi Tirkan re gelek zehmet e, min heya îro Tirkek baş nedît. Bi ya min "Tirkê herî baş yê mirî ye."

    Bi heman mijarî:

    Yûnanistan: 'Em amade ne ku bi Rûsya û Herka Tirkiyeyê re hevkariyê bikin'
    'Herka Tirk ji bo ku Yûnanistan bibe navenda enerjiyê wê tevkariyê bike'
    Yûnanistan: "Em derbasbûna keştiyên rûsî yên peravên xwe qedexe nakin"
    Yûnanistan: "Tirkiye bi rêbazên berê dixwaze bi qertê netewperestiyê bilîze"
    Yûnanistan roja pêncşemê wê biryara leşkerên derbekar bide
    Etîketan:
    ragêşî, yûnanistan, girav, Theodoros Pangalos, Yûnanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de