16:42 20 Sibat 2018
Zindî
    Cristiano Ronaldo

    Ji Cristiano Ronaldo reqorek din hat

    © REUTERS/ Sergio Perez
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fûtbolîstê Real Madridê Cristiano Ronaldo, bi golên ku avêt Paris Saint Germainê di lîga şampiyonan ya UEFAyê de bû fûtbolîstê ewil ku di tîmekê de benda 100 golan derbas kir.

    Stêrkê Real Madridê Cristiano Ronaldo di pêşbirka li hember Paris Saint Germainê du gol avêt. Bi vî awayî Ronaldo di lîga şampiyonan ya UEFAyê de bû fûtbolîstê ewil ku di tîmekê de bi tevahî 100 gol avêtiye. Di tûra 16 tîmên dawî ya lîga şampiyonan de Real Madridê tîma Fransayê Paris Saint Germainê (PSG) kir mêvan. Tîma mêvan di çend deqeyên ewil de li hember tîma mazûvan serdest dest bi pêşbirkê kir. Di deqeya 33an de fûtbolîstê PSGê Adrien Rabiot tor bi hewa xist û tîma xwe 1-0 xist pêş.

    Piştî gola Paris Saint Germainê Real Madrid bêtir bi ser tîma dijber de hat. Di hundirê seha cezayê de Toni Kroosê ku li erdê ket dadwer biryara penaltıya da û bi penaltiya ku Ronaldo bikaranî rewş kir 1-1. Tima xwedîmal di deqeya 83an de cardin bi gola Ronaldo û di deqeya 86an de jî bi gola Marcelo ve rewş kirin 3-1 û pêşbirk bi vê encamê ve bi dawî bû.

    Cristiano Ronaldoyê ku di lîga şampiyonan de hejmara golên xwe derxist 101ê bû fûtbolîstê ewil ku di tîmekê de bi tevahî benda 100 gol derbaskiriye. Fûtbolîstê stêrk yê 33 salî di kariyera xwe ya lîga şampiyonan de jî bi tevahî gihaşt 116 golan.

    Performansa 7 heyamên Cristiano Ronaldo yê lîga şampiyonan:

    2017-2018 — 11 gol

    2016-2017 — 12 gol

    2015-2016 — 17 gol

    2014-2015 — 10 gol

    2013-2014 — 17 gol

    2012-2013 — 11 gol

    Bi heman mijarî:

    Ronaldo cara 4emîn wek futbolîstê salê hat hilbijartin
    Navê Ronaldo dan balafirgeha bajarê ku lê çêbûye
    Balotelli: Divê ez Messi û Ronaldo bikujim
    Piştî Messi, hat îdiakirin ku Ronaldo jî bac diziye
    Etîketan:
    uefa, messi, Cristiano Ronaldo, Futbol, UEFA, Spanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de