05:13 26 Gulan 2018
Hevserokê PYDê Salih Muslim

Salih Muslim: Welatek endamê NATOyê sivîlan qetil dike

© AFP 2018 / JACQUES DEMARTHON
Ewropa
Lînkê kurt
0 40

Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim li Brukselê di civînekê de axivî. Muslim anî ziman ku Tirkiye endamek NATOyê ye lê îro sivîlan qetil dike.

Salih Muslim li Brukselê di civîna ku ji aliyê Kulûba Çapemeniya Ewropayê hatibû lidarxistin de axivî. Muslim di civînê de operasyona Tirkiyê ya ku li ser Efrînê dike nirxand. Muslim di axatina xwe de balê kişand ser ku yên niha li Efrînê dimrin sivîl in yê ku dikuje jî dewletekê endamê NATOyê ye.
Salih Muslim di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ev zihniyeta Erdogan ne tenê ji bo kurdan û Rojava tehdît e, ji bo hemû dinyayê tehdîteke mezin e.

Tirkiye çar roj berîyê navê Salih Muslim kiribû lîsteya sor û ji bo wî xelatek bi 4 milyon lîreyê diyar kiribû.

 

Bi heman mijarî:

Salih Muslim li Brukselê ji bo Efrînê civînê li dar dixe
Wezareta Karên Derve navê Salih Muslim xist lîsteya sor
Salih Muslim: Amerîka li pişta me ye
Salih Muslim: HSD bi Amerîka û Rûsyayê re di hemahengiyê de ye
Etîketan:
Bruksel, salih muslim, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de