17:46 21 Sibat 2018
Zindî
    DAIŞ

    Aqûbeta girtiyên DAIŞî yên di destê HSDê de wê çawa bibe

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî têkçûna DAIŞê ya li Sûriyeyê bi hezaran milîtanên DAIŞê ketin destê HSDê. Herwiha darizandina DAIŞîyên destê HSDê di civîna NATOyê hat nîqaşkirin. Welatê Fransayê pêşniyar kir ku bila milîtanên DAIŞê yên di destê HSDê de ji aliyê birêveberiya Federasyona Bakurê Sûriyeyê ve werin darizandin.

    Li payitexta Îtalya Romayê civîna wezîrên parastinê yên NATOyê hat li darxistin. Herwiha di civînê de aqûbeta milîtanên girtî yên di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, dê çawa bên darizandin hat nîqaşkirin

    ‘JIM MATIS: EM NAXWAZIN VAN DAIŞIYAN CAR DIN LI ENQERÊ Û PARÎSÊ BIBÎNIN'

    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis di civînê de anî ziman ku mijara girtiyên milîtanên DAIŞê yên di destê HSDê de her diçe mezin dibe. Lazim e ku hemû welat berpirsiyariya hemwelatiyên xwe hilde ser xwe.

    Jim Mattis di daxuyaniya xwe ya piştê civînê, li ser mijarê van wiha axavî: "Vê gavê hêj jî mesele çareser nebûye, lê em li ser dixebitin ku çareser bikin. Li ber destê me çend alternatîf hene, yek ji wan alternatîfan jî ew e ku girtiyên DAIŞî îadeyê welatên wan bikin. Lewra em naxwazin ku van kesên sûçdar cardin li sûkên Enqerê, Tûnisê an jî Parisê bibînin.

    ‘FRANSA: BILA DOZGERA RÊVEBIRIYA BAKURÊ SÛRIYÊ WAN BIDARIZÎNE'

    Di civînê de di derbarê meselê de pêşniyara herî balkêş ji Fransayê hat. Fransa pêşniyar kir ku "bila girtîyên DAIŞî yên di destê HSDê de ji aliyê rêvebiriya Federasyona Bakurê Sûriyê ve werin darizandin."

    Wezîrê karên derve yên Fransayê Jean-Yves Le Drian di 7ê Sibatê de di derheqê vê meselê de nêrîna Fransayê bi van îfadeyan anîbû ziman: "Endamên DAIŞê yên ku vê gavê di deste hêzên kurd de, her çiqas welatiyên Fransayê bin jî ew vê gav neyarên me ne. Wan li hember kî şer kiribin bila ji aliyê wan ve bên darizandin.

    Li gorî nirxandinên pirsporan, eger darizandina endamên DAIŞê ji aliyê dadgehên kurdan ve bên kirin, wê statuya kurdên bakurê Sûriyê xurttir bike.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Me ne helîkopterek lê du helîkopter xistine
    Wall Street Journal: Dibe HSD ji ber operasyona Efrînê hilweşîne
    HSD: Şêxorze ji destê Artêşa Tirkiyeyê hat derxistin
    'HSD jî li hemberî hemleyên Tirkiyeyê hemleyan dike'
    HSD: Li gundê Bokî 15 leşker hatin kuştin
    Etîketan:
    Girtî, fransa, daiş, HSD, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de