21:35 22 Sibat 2018
Zindî
    Bêmal - Bêkes

    Tenê li bajarekî 18 kesên bêxwedî ji ber serma û seqemê mirin

    © AP Photo/ Emilio Morenatti
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku li Parîsa paytextê Fransayê ji sersalê ve 18 kesên bêxwedî ji ber serma û seqemê jiyana xwe ji dest dan.

    Li gor daxuyaniya Kolektîfa Miriyên Kolanê (CMDR) ku piştgiriya kesên bêxwedî yên ku li kolanan dimînin dike, ji sersalê ve li Parîs û banliyön derdora wê 18 kesên bêxwedî jiyana xwe ji dest dan.

    Kolektîfa Miriyên Kolanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku li gor amareyên ku hatine ber destê me hejmara miriyan 18 kes e, lê di rastiyê ev hejmar pir zêde ye. Ji ber serma û seqema dijwar a meha dawî ya Fransayê kesên bêxwedî ku li kolanan dijîn di bin metirsiyê de ne.

    Herwiha Walîtiya Parîsê jî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku qapasîteya navenda starbûnê li bajêr 3 hezar û 682 kes e û hezar û 691 cihên din jî li vê stargehê hatiye zêdekirin.

    Bi heman mijarî:

    Enqazê mirovatiyê: Nêzî hezar zarokên bêxwedî hatin dîtin
    Parêzer Urper: Li kolanên Şirnexê gelek cesedên bêxwedî hene
    KCK: ‘Gelê Kurd ne bêxwedî ye, êrişê li wan bê kirin bê bersiv namîne'
    Etîketan:
    Li Parîsê 18 kesên bêxwedî jiyana xwe ji dest da, Parîs, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de