17:37 22 Nîsan 2018
    parlemento-almanya-alman

    Ji meclîsa Almanyayê derbarê Efrînê de 2 raporên cuda derketin

    © AP Photo/ Michael Sohn
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 01

    Di rapora kesên pispor a Parlamentoya Almanyayê de, hat ragihandin ku niha ti pirsgirêka hiqûqî ji bo firotina tankan bo Tirkiyê nîne.

    Di rapora beriya vê de jî rexne li hikûmeta Almanyayê hatibû kirin û hatibû gotin divê li ser meşrûbûn û hiqûqîbûna êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê lêkolîn bê kirin û ger pêwîst bike, li pêşerojê di bazirganiya çekan de rêgirî bên kirin.

    Di rapora dawû ya Parlamentoya Almanyayê de, li ser êrîşa Efrînê hat diyarkirin ku nîqaşên li ser mijarê hîn zelal nebûne û gelek pirsên derbarê operasyona Tirkiyê ya ser Efrînê de bêbersiv in ku lewma jî ne pêkan e nirxandinek li ser were kirin.

    Li gor nûçeya DWyê Parlamentara Partiya Çep Hêlîn Evrîm Sommer ku pêşengiya herdu raporan kiriye ragihandiye ku ‘Qet nebe li rojên pêş di bazirganiya çekan bo Tirkiyê de, dikarin berpirsiyarbûna Tirkiyê (bo Efrînê) binirxînin."

    Sommer beriya niha jî rexne li operasyona Tirkiyê ya dijî Efrînê girtibû û banga ‘Hilawistina endamtiya Tirkiyê ya NATOyê' kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê hollandî yê ku li ser hevdîtina bi Pûtîn re derew kiribû, îstifa kir
    Li Hatayê wesayîteke leşkerî û mînîbusek li hev qelibîn: 3 kesan can da 10 jî birîndar bûn
    Hikûmeta Kurdistanê îstifaya 3 wezîrên Yekgirtûyê qebûl kir
    ‘Rûsya piştgiriya kurdan dike lê ji zirarên cudaxwaziyê jî haydar e'
    Li Balyozxaneya Rûsyayê li Stenbolê dê ji bo serokatiya dewletê sindoq bêne danîn
    Dê pergala parkirinê li bendava Rojava were sepandin
    Etîketan:
    Efrîn, Almanya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de