04:08 22 Nîsan 2018
    Wezîrê Derve yê Hollandayê Halbe Zijlstra

    Wezîrê hollandî yê ku li ser hevdîtina bi Pûtîn re derew kiribû, îstifa kir

    © AFP 2018 / EMMANUEL DUNAND
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Hollandayê Halbe Zijlstra ku qebûl kiribû wî 12 sal berê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevdîtin kiriye, îstifa kir.

    Zijlstra beriya serdana xwe ya Rûsyayê bi rojekê karvekêşana xwe da û got, "Min şaşiyek kir, divîya min nekira. Hollanda wezîrekî ti gumanek li ser tunebe heq dike."

    Zijlstra 4 meh berê erka wezîrtiya derve ya Hollandayê wergirtibû û ger îstifa nekira, piştî çend saetan diçû Moskowê.

    Wezîrê Derve yê Hollandayê Halbe Zijlstra li xwe mikur hatibû ku daxuyaniya wî ya ku gotibû, ‘Li derveyî Moskowê di xaniyekî gundan de, bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re min hevdîtin kiriye' nerast e.

    Zilstra herwiha îdia kiribû ku wî gotinên Pûtîn ên derbarê Rûsyaya Mezin a bi tevlîbûna Belarûs, Ukrayna, Welatên Baltikê û Kazaxistanê de jî bihîstine.

     

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Kurdistanê îstifaya 3 wezîrên Yekgirtûyê qebûl kir
    ‘Rûsya piştgiriya kurdan dike lê ji zirarên cudaxwaziyê jî haydar e'
    Li Balyozxaneya Rûsyayê li Stenbolê dê ji bo serokatiya dewletê sindoq bêne danîn
    Dê pergala parkirinê li bendava Rojava were sepandin
    NY hişyarî da Tirkiyeyê ku jîngehên sivîl ên li Efrînê biparêze
    Asayîşa Rojava 4 girtiyên ENKSê berdan
    'Tirkiye ji kontrolê derketiye, ihtimala şerekî cidî bi Amerîkayê re heye'
    Etîketan:
    Hollanda, Rûsya, Rûs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de