02:40 28 Gulan 2018
Boris Johnson

Johnson ji Ebadî re got: Êdî qedexeya ser Kurdistanê rakin

© AFP 2018 / ROSLAN RAHMAN
Ewropa
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Îngîltereyê Boris Johnson di axaftina xwe ya bi Ebadî de got: "Divê qedexeya balafirxaneyên navneteweyî yên Kurdistanê were rakirin û hevdîtin bidomin."

Wezareta Derve ya Îngîltereyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hefteya borî Wezîrê Derve Boris Johnson û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi rêya telefonê axaftinek pêk anîn.

Li gor daxuyaniyê Boris Johnson û Heyder Ebadî di axaftina xwe de hilbijartin, hevdîtinên navbera hikûmeta navendî û Kurdistanê û derheqê konferansa Kuweytê de danûstandin kirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin ku Johnson ji bo rakirina abluqeya balafirxaneyên navneteweyî yên Kurdistanê Ebadî teşwqîq kiriye û ji bo mijara konferansa Kuweytê ya avadankirina Iraqê jî piştgirî daye.

Bi heman mijarî:

Lavrov û Wezîrê Brîtanyayê Johnson di civînê de avêtin ber hev
Kremlîn: Di bernameya Pûtîn de hevdîtina Johnson nîne
Johnson li Îranê bi Zerîf re civiya
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson serdana Îranê dike
Wezîrê Îngilîz Boris Johnson ji Serokwezîr Barzanî re name şand
Johnson xwest Rûsya beşdarî Koalîsyona Navnetewî bibe
Etîketan:
Serokwezîrê Iraqê, Wezîrê Derve yê Îngîltereyê, Heyder Ebadî, Boris Johnson, Iraq, Îngîltere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de