17:17 24 Nîsan 2018
    Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim

    Salih Muslim li Brukselê ji bo Efrînê civînê li dar dixe

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 20

    Hat diyarkirin ku hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim dê vê êvarê li bajarê Brukselê yê paytexta Belçîkayê ji bo Efrînê civînekê li dar bixe.

    Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim, ku ji bo hevdîtinên navdewletî yên ji bo şerê li Efrînê li Brukselê ye, dê vê êvarê li wî bajarî civînekê li dar bixe.

    Hat diyarkirin ku ew civîna ku dê li bajarê Brukselê yê pyatexta Belçîkayê were lidarxistin, dê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de be.

    Li gorî agahiyan civîn dê di bin pêşengtiya Enstîtuya Kurdî ya li Brukselê de were lidarxistin.

    Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê navê Salih Muslim xistibû lîsteya sor û ji bo serê wî 4 milyon lîreyê tirk xelat danîbû.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Karên Derve navê Salih Muslim xist lîsteya sor
    Salih Muslim: Amerîka li pişta me ye
    Salih Muslim derbarê Efrînê de daxuyaniyek da, dê kurd bi serkevin
    Muslim: Agahiyên me derbarê helwesta aliyên din de tine ne
    Salih Muslim: Esad bi van daxuyanyan dixwaze bandorê li ereban bike
    Etîketan:
    civîn, Enstîtuya Kurdî ya li Brukselê, Hevserokê berê yê PYDê, Salih Muslim, Efrîn, Bruksel
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de