02:23 20 Nîsan 2018
    Elmanya- Tirkiye

    Elmanya: Mijara Deniz Yucel pêwendiyên herdu dewletan xira dike

    © AFP 2018 / PATRIK STOLLARZ
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê hikûmeta Elmanyayê Steffen Seibert derbarê hemwelatiyên elmanî yên li Tirkiyeyê ku bi hinceta propagandayên siyasî ve hatine girtin de axivî û bangî Tirkiyeyê kir ku hemwelatiyên wan serbest berdin.

    Berdevkê hikûmeta federal yê Elmanyayê Steffen Seibert bangî Tirkiyeyê kir ku hemû hemwelatiyên elman yên li Tirkiyeyê girtîne serbest bên berdan. Li gor nûçeya DW ya Tirkî Seibert, di daxuyaniya xwe de da zanîn ku "hikûmeta federal îro jî û sibê jî bi hemû çavkaniyên xwe yên siyasî û dîplomatîk ve Deniz Yucel jî di nav de ji bo hemû hemwelatiyên elman yên li Tirkiyeyê hatine girtin serbest bên berdan wê bênavber bixebitin."

    Seibert, derbarê Deniz Yucel de ku salek di ser girtina wî re derbasbûye axivî û wiha got: "Bêyî îdianame û darizandinek derqanûnî helbet bandorek neyinî li pêwendiyên herdû dewletan dike." Her wiha hejmara girtiyên hemwelatiyên elman yên li Tirkiyeyê daketiye 6an. Yek ji van girtiyan nûçegîhanê Die Weltê Deniz Yucel e ku bi hinceta propagandaya rêxistinê ve hatiye desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Angela Merkel ji Erdogan daxwaza berdana Deniz Yucel kir
    Ji Erdogan bo Merkel bersiva Deniz Yucel: Ma we PKKeyî teslîm kirin?
    Merkel: "Girtina Deniz Yucel cihê êş û xeyalşikestinê ye"
    Etîketan:
    pêwendî, nîkaş, Deniz yucel, Steffen Seibert, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de