19:13 25 Nîsan 2018
    Bernard-Henri Levy

    Bernard Levy bangî cihanê kir: Li dijî vê zilma Efrînê derkevin

    © AFP 2018 / BERTRAND GUAY
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 80

    Di medyaya biyanî de bertekên tund ên dijî operasyona leşkerî ya Efrînê dewam dikin. Nivîsa herî dawî jî di rojnameya Wall Street Journalê de hat weşandin.

    Fîlozofê frensî ku bi eslê xwe yahudî ye Bernard Henri Levy di rojnameya Wall Street Journalê de gotareke ku operasyona leşkerî ya dijî Efrînê rexne dike nivîsand. Levy dibêje: "Kurdan wek li Iraqê li Sûriyeyê jî li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê şer kirin û li keleka hevalbendên xwe yên rojavayî cih girtin. Şervanên kurd ji bo ku bikaribin di nava aştiyê de bijîn li dijî terorîzmê şer kirin. Li heberî vê bedela bêguneh niha jî ji Efrîn3e têne derkirin, rastî şkence û sûîqastan tên."

    ‘ROJAVAYÎ LI HEMBER QAHREMANIYA KURDAN KOR IN'

    Bernard Henri Levy di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: "Kurdan rê li ber êrişên Îslamîst girt, lê rojavayî li hemberî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku welatê xwe wek şantaj bikartîne sê meymûnan dilîzin. Dîplomatên rojavayî li hemberî qahremaniya kurdan kor in û li hemberî dengê topê siltanê nû ku paqijiya nîjadî dike guhê xwe girtine. Bi destê xwe devê xwe girtine û propagandeya Enqereyê qebûl dikin."

    ‘TIRKIYE WÊ PERDEYA HASIN BIKŞÎNE SER KURDAN'

    Henri Levy di dirêjiya nivîsa xwe de dibêje: "Xayîntiya kesên bi hêz a ser qelsan çîrokeke kevn e. Mixabin din ava demokrasiyan de klasik e. Rojavayî bi Erdogan re ketine bazara Faustyenî. Ev bazar pir hêsane û dewam nake. Nabe ku Tirkiye hem wek ku di nava NATOyê de ye û hem jî wek ku li derveyê wê ye hereket bike. Eger rojavayî heşê xwe nedin serê xwe, Tirkiye di sala 2018an de wê perdeya hasin bikşîne ser kurdan."

    Levy di dawiya nivîsa xwe de dibêje: "Bay Erdogan ji bo rojavayiyan bijarteyeke din nehiştiye. Eger em di vê mijara çareseriyê de bêkêr bimînin wê bi qetlîama kurdan rûmeta me jî têkeve bin lingan."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Levy: Cîhanê kurd firotin
    Beşikci: Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê
    Piştî Şivan Perwer Hozan Birader jî ji bo Efrînê stran got: Ez Efrîn im!
    Parlamentarê rûsî: Ger neyê paşxistin mijara sereke ya Soçiyê Efrîn e
    Amerîka: Efrîn berî niha bi ewle bû, lê niha ne wisa ye
    Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, Bernard Henry Levy, Sûriye, Tirkiye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de