21:55 19 Nîsan 2018
    YE (Yekîtiya Ewropayê) - Tirkiye

    Raportora Ewropayê: Me ji Tirkiyeyê gaveke erênî nedît

    © REUTERS / Murad Sezer/File Photo
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 30

    Raportora Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê Katî Pîrî di axaftina xwe de ragihand ku ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê me ti gaveke erênî ji Tirkiyeyê nedît.

    Raportora Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê Katî Pîrî di axaftina xwe de ragihand ku ji bo endamtiya Yekîtiya Ewropayê me ti gaveke erênî ji Tirkiyeyê nedît, Tirkiye di serdemeke zahmet de derbas dibe û em ê piştgiriya civaka Tirkiyeyê bikin.

    Li Parlamentiya Ewropayê peşnûmaya ‘Rewşa Mafê Însanî li Tirkiyeyê' bi pir dengî hat qebûlkirin. Metnê pêşnûmayê bi hewldana raportora YE ya Tirkiye Katî Pîrî hat nivîsandin. Pîrî berî dengdana parlamentoyê di axaftina xwe ya DW Tirkî de got: "Li Tirkiyeyê rewşa mafê însanî pir krîtîk e. Hikûmeta Tirkiyeyê dibêje ‘em tenê axaftina endamtiya Yekîtiya Ewropayê qebûl dikin' lê di vê mijarê de ti gavek erenî neavêtine."

    Pîrî di berdewamiya axaftina xwe de ji bo operasyona Efrînê got: "Her kes qebûl dike ku Tirkiye sÎnorên xwe biparêze. Lê em wek Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê di mudaxeleya operasyona leşkerî ya li hemberî Efrînê de em bi endîşe ne."

    Bi heman mijarî:

    SDU û SPD: Bila pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê bê sekinandin
    Ehmed Pelda: Operasyona li dijî Efrînê li Ewropayê yekîtiya kurdan pêk anî
    Li wî welatê Ewropayê her sal zêdetirî 20 hezar însan winda dibin
    Serokwezîrê Belçîka Michel: Divê Tirkiye nebe endamê, Yekîtiya Ewropayê
    'Ekîpmanên bêtêlên ku li Ewropayê hatine çêkirin di destê milîtanan de hatin dîtin'
    Kurdên Ewropayê li dijî êrîşên li ser Efrînê xwepêşandan li dar xist
    Etîketan:
    Raportora Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyeyê, Katî Pîrî, PArlamentoya Ewropayê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de