15:38 22 Sibat 2018
Zindî
    Parlementoya Ewropayê, AP, YE

    Ji YEyê hişyariya Efrînê û fikara têkçûna demokrasiyê li Tirkiyê

    © REUTERS/ Vincent Kessler
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (375)
    0 20

    Li Parlementoya Ewropayê (AP) bi navê ‘Rewşa Mafê Mirovan li Tirkiyeyê' biryar hat stendin. Di biryarê de hat destnîşankirin ku ‘Li Tirkyeyê OHAL ji bo çewisandina mafê azadiya derbirîna fikrî û çapemeniyê tê bikaranîn' Her wiha APyê ji ber ‘rewşa xirab a li Tirkiyeyê' nîgeraniya xwe anî ziman.

    Biryara ‘Rewşa Mafê Mirovan li Tirkiyeyê' li Parlementoya Ewropayê (AP) bi dengekî xurt hat erêkirin.

    'EM JI REWŞA TIRKIYEYÊ BIFIKAR IN'

    Di biryarê de hat gotin ku di encamdana rewşa awarta (OHAL) li Tirkiyeyê maf û azadiyên xwezayî, serweriya hiqûqê û azadiya dadweriyê ber bi ‘xerabiyê' ve diçe, ev yek ‘em ji vê yekê bi fikar in'.

    Biryara desteserkirina bi dehhezaran kesan hate rexnekirin, "divê ji ber fikarên ewlehiyê mafê azadiyê neyê binpêkirin. Tirkiye demildest divê dev ji vê helwesta xwe berde, dev ji binçavkirinên kêfî berde û tawanbariyên li ser binçavkiriyan rake."

    Di çarçoveya qarîneya mesûmiyetê de divê Tirkiye pabendî îctîhadên AIHMê bimîne û divê Komîsyona Lêkolînanan a OHALê bi awayekî ‘azad bixebite.

    ‘DESTESERKIRINA KESÊN KU LI DIJÎ OPERASYONA EFRÎNÊ DERDIKEVIN HAT ŞERMEZAR KIRIN'

    Di biryarê de herwiha desteserkirina kes û kar, rojnameger, bijîk û welatiyên ku li dijî operasyona Efrînê derdikevin û tên girin hat şermezar kirin.

    Ji hêla din ve raporta AP ya Tirkiyeyê Kati Piri biryar nirxand û got, "Hejmar me şok dikin; zêdetirî 100 hezar kes ji kar hat dûrxistin. Zêdetirî 50 hezar kes kete girtîgehê. Ev kes tevî malbat û xizmên xwe bi hêvî ne ku rewş asayî bibe."

    Di biryarê de hat diyarkirin ku YE ji operasyona li herêma kurdan a Sûriyeyê nîgeran e û li hemberî çalakiyên ‘bêhed' hişyarî hat da.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (375)

    Bi heman mijarî:

    Derket holê ku medîtasyon bêfêde ye
    Erdogan: Hebûna Amerîkayê li Sûriyeyê li dijî Tirkiye Rûsya û Îranê ye
    Pûtîn: Rûsya di sporê de hê jî serokê dinyayê ye
    Bajarê Efrînê bê ava vexwarinê ye
    ‘Mueyîdeyên Amerîka û YEyê li ser Gazpromê ji sedî yek bandorê li hilberîna wê dike'
    Raportora YEyê: Tirkiye hem dibêje em girîngiyê didine YEyê û hem jî...
    Ji YEyê daxuyaniya Leyla Zana: Biryar nerewa ye, nayê qebûlkirin
    Sebastian Kurz: Tirkiye bi siyaseta niha nikare bibe endamê YEyê
    Etîketan:
    OHAL, pêşnûma, rapor, biryar, Kati Piri, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de