21:19 23 Gulan 2018
    Nesrîn Abdullah

    YPJ: Bila Swêd bi berpirsyarên xwe rabe

    © Sputnik /
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 20

    Yekîneyên Parastina Jinê bangî Hikûmeta Swêdê kir ku "berpirsyarên xwe bîne cî" û wan endamên DAIŞê yên ku welatiyê Swêdê ne teslîm bigire.

    Berdevka Yekîneyên Parastina Jin(YPJ) Nesrîn Ebdullahê ji desthilaya Swêdê daxwaz kir ku berpirsyarên xwe bîne cî û wan endamên DAIŞê yên ku li bakurê Sûriyeyê hatine girtin teslîm bigire.

    Li gorî nûçeya Alkompisê, Ebdulahê xwestiye ku hemû welat berpirsyarên xwe li himberî welatiyên xwe bînin cî.

    Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di dema rizgarkirina bajarê Reqayê de bêtirî 300 endamên DAIŞê girtibûn ku welatiyên 40 dewletên cuda bûn ku swêdî û frensî jî di nav wan de hene.

    Rayedara YPJê hejmara endamên DAIŞê yên swêdî eşkere nekir lê teqez kir gelek hene ku ji Ewropayê bakurî ne.

    Ji aliyê din ve, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian duh çarşemê ragihandibû ku hêzên kurdî yên li dijî DAIŞê şer dikin nêzîkî 100 cîhadîstên frensî li bakurê Sûriyeyê desteser kirine û ew dê li Rojava werin darizandin. Le Drianî wiha  gotibû: "Ew dê ji aliyê hêzên dadweriyê yên herêmî ve werin darizandin û dê bo Fransayê neyên şandin.

    Bi heman mijarî:

    Sûriyeyê ji bo êrîşa li ser Efrînê got: Operasyona Tirkiyeyê dagirkerî ye
    Rûsya: Stratejiya Amerîkayê ya nû li Sûriyeyê, armanc dike ku welat perçe bibe
    Beşdarên pêşî yên Kongreya Diyaloga Sûriyeyê gihîştin Soçiyê
    Kongreya Diyalogê ya Nîştimaniya Sûriyeyê li Soçiyê destpê kir
    Etîketan:
    HSD, DAIŞ, YPJ, Nesrîn Ebdullah, Bakurê Sûriyeyê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de