04:02 27 Nîsan 2018
    Parlametoya Swêdê

    Li parlamentoya Swêdê şerê li Efrînê hat nîqaşkirin

    © AFP 2018 / TT NEWS AGENCY / HENRIK MONTGOMERY
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Li ser pirsen çend parlamneterên Parlamentoya Swêdê Wezîra Karên Derve ya Swêdê Magot Wallstrpm derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de diyar kir ku ew ji ber binpêkiirna hiqûqa navdewletî bifikar in û got, "Rewşa kurdan bandorê li tevahiya herêmê dike."

    Serokê Partiya Çep Jonas Sjotedt, parlamentera Partiya Çep Amineh Kakabaveh û parlamenterê Partiya Keskan Jabar Amîn ji bo êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bi awayekî cuda pirsname pêşkeşî parlamentoya Swêdê kirin. Li ser navê hikûmeta Swêdê Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom bersiv da pirsnameyên parlamenteran û diyar kir ku ew jî wekî parlamenteran derbarê rewşa Sûriyê û binpêkirina hiqûqa navdewletî de bifikar e.

    Wallstrom bal kişand ser pirsgirêka kurd û got, "Rewşa Kurdan bandorê li ser tevahiya herêmê dike û ger li Tirkiyeyê hevdîtinên ji bo aştiyê dîsa dest pê bikin, wê ji sînoran wêdetir li Sûriyeyê û li hemû herêmê encamên erênî derbikevin holê."

    Wezîra Karên Derve ya Swêdê di heman demê de bal kişand ser ku ew pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û daxwaza dikin ku hiqûqa navdewletî neye binpêkirin û sivîl werin parastin.

    Parlamenterên pirsame peşkeş kirin bersivên Magot Wallstromê têr nedîitn û ji wê xwestin ku êrîşên dewleta tirk şermezar bike. Parlamenteran di heman demê de gotin, "Kurd li dijî DAIŞê lehengên me ne. Divê em piştgiriya wan bikin."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Armanca Amerîka li Sûriyeyê ne DAIŞê armanc aboriya welêt e
    Welatê Swêdê ket binê -40 pîleyî: 5 mirî
    Kitêbxaneya Kurdî ya li Swêdê 20 saliya xwe pîroz kir
    Polîsên Swêdê bi ser studyoyên Aryen TVyÊ de girt
    Dalkurd Spor derbasî Lîga herî bilind a Swêdê bû
    Etîketan:
    êrîşên artêşa tirk ên li dijî Efrînê, Wezîra Karên Derve ya Swêdê, Margot Wallstrom, Amineh Kakabaveh, Jonas Sjotedt, Swêd
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de