14:41 25 Sibat 2018
Zindî
    Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian

    Wezîrê frensî: Cîhadîstên frensî dê li Rojava werin darizandin

    © AFP 2018/ STEPHANE DE SAKUTIN
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian duh çarşemê ragihand ku hêzên kurdî yên li dijî DAIŞê şer dikin nêzîkî 100 cîhadîstên frensî li bakurê Sûriyeyê desteser kirin ku dê li Rojava werin darizandin û got: "Ew dê ji aliyê hêzên dadweriyê yên herêmî ve werin darizandin û dê bo Fransayê neyên şandin."

    Le Drian ji rora BFMTV û radyoya AMSê re got: "Ji me re hat gotin ku kurdan nêzîkî sed (cîhadîstên frensî) yên li Sûriyeyê desteser kirine."

    Wezîrê frensî axiftina xwe wiha dewam kir: "Me bi rastî hîn cihên wan diyar nekirine lê nîşaneyên me hene."

    Herwiha Wezîrê Frensî diyar kir ku li gorî baweriya frensî "dê ji aliyê desthilata dadweriyê ya herêmî ve werin darizandin û dê bo Fransayê neyên şandin" û got ku dibe zarokên wan di rêya xaça sor re bo Fransayê werin şandin

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê li Idlibê li dijî Fetih el Şamê operasyon da destpêkirin
    Lavrov: Bila rêz ji yekîtiya axa Sûriyeyê re were giritn
    Vexwendina fermî ji bo Kongreya Diyalogên Sûriyeyê ji Iraq û Misrê re hat şandin
    ‘Polîtîkaya Sûriyeyê ya Amerîkayê bêkêr e'
    Rûsya: Stratejiya Amerîkayê ya nû li Sûriyeyê, armanc dike ku welat perçe bibe
    Etîketan:
    Jean-Yves Le Drian, Fransa, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de