13:49 24 Nîsan 2018
    Sûriye

    ‘Li Sûriyeyê ji ber rûdanan rîska şerên nû heye'

    © Sputnik /
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Avakirina Pergalên parastina hewayî yên rejîma Sûriyeyê tê ser çi watêye? Daxwaza Rejîma Esad ji Tirkiyeyê ewe ku armancên xwe yên leşkeri li Sûriyeyê kêm bike û hevkariya bi mûhalîfan re bidawî bike.

    Tirkiye her çiqas li dijî Efrînê operasyona xwe didomîne ji aliyekî ve jî rejîma Esad li bakurê welêt pergala parastina hewayî ava dike. Li gor pisporan ev gavavêtina Sûriyeyê rîska şerê navbera herdû dewletan zêdetir dike. Pisporê Parastinê yê elman Magdalena Kirchner ku ji DW ya Tirkî re axivî rûdanên dawî nirxand. Kirchner got: "Daxwaza Rejîma Esad ji Tirkiyeyê ewe ku armancên xwe yên leşkeri li Sûriyeyê kêm bike û hevkariya bi mûhalîfan re bidawî bike. Rejîm dibe ku ji ber tevgerên Tirkiyeyê pergala parastina hewayî ava kiribe. Ji aliyêdin ve jî bi biryara pergala parastinê, Esad peyama ku wek bi serê xwe tevdigere dide."

    Di berdewamiya nûçeyê de hat bibîrxistin ku geşadanên li herêmê diqewimin, agirbest û çareseriya siyasî dixe xetereyê û ji aliyekî ve jî Tirkiye û Îranê bi vî awayî tîne hemberî hev.

    Bi heman mijarî:

    Esad ji bo Efrînê: Ji siyaseta Tirkiyeyê ya piştgira terorê nayê veqetandin
    Esad spasiya Rûsyayê kir û got: Planên parçekirinê têk çûn
    Times: Kurd bi Esad re ji bo diyalogê jî ji bo şer jî amade ne
    Pûtîn peyama sersalê ji Esad re şand
    Etîketan:
    Esad, Agirbest, rejîm, Şer, Magdalena Kirchner, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de