05:49 23 Hezîran 2018
DAIŞ

Times: DAIŞ li Sûriyê bi cih dibe, sedem operasyona Efrînê ye

© AP Photo / albaraka_news, File
Ewropa
Lînkê kurt
0 00

Rojnameya Timesê nûçeyek derbarê rêxistina DAIŞê de weşand û îdia kir ku li Iraq û Sûriyeyê cardin wek rêxistinî bi cih dibe. Sedema bicihbûna rêxistinê ya Sûriyeyê wek Esad û operasyoana Tirkiyeyê ya dijî Efrînê nîşan da.

Rojnameya Timesê anî rojevê ku DAIŞ ji tevlîheviya Sûriyeyê feydê digre û cardin li herêmê bi cih dibe. Li gor nûçeya rojnameyê sedemên bicihbûna DAIŞê ya li Sûriyeyê yek jê Esad e ya din jî operasyona Tirkiyeyê ya dijî Efrînê ye. Ji aliyêdin hat bibîrxistin ku ji meha cotmehê ve rêxistina DAIŞê li hember hêzên Esad cardin dest bi êrîşan kiri ye. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku DAIŞ sala par li Hamayê cardin derketiye holê û di demek kin de li sînorê Haleb, Hama û Idlibê gelek dever bidestxistin e.

Her wiha li Iraqê jî bi taybetî bajarê Diyalayê, Mûsil û Enbarê tê îdiakirin ku rêxistin xurt bû ye. Di nûçeyê de hat ragihandin ku bicihbûne DAIŞê ya li Sûriyeyê ji ber du sedeman e. Ya ewil Esad e, ya dudyan jî operasyona Tirkiyeyê ya dijî Efrînê ye. Di nûçeyê de Berdevkê Hevpeymana Navnetewî Ryan Dillon jî daxuyand ku em ji operasyona dijî Efrînê bi fikarin ku zirarê bide têkoşîna dijî DAIŞê. Rojnameyê cih da gotinên Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mistefa Balî jî. Berdevkê YPGê got: Teqez bandora operasyona Efrînê wê li têkoşîna hember DAIŞê bibe. Bo rêxistinê fersendek e ku cardin dest bi êrîşên xwe bike.

Bi heman mijarî:

NY ji bo Sûriyê civiya: Em fikarên Tirkiyê fêm dikin, lê pêşî DAIŞ
HSD: Dibe operasyona Tirkiyeyê bibe sedem ku DAIŞ dîsa vegere
Berdevkê Pêşmerge: DAIŞ li Kurdistan û Iraqê hêj jî neqediyaye
Valahiya ewlehî bû firsend: DAIŞ kete tevgerê
Etîketan:
Sûriye, Efrîn, DAIŞ, YPG, Times, Britanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de