05:49 20 Nîsan 2018
    Yekîtiya Ewropa

    Ji bo YPGê alîkariya Belçîkayê

    © AP Photo / Kirsty Wigglesworth
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 50

    Hat îdiakirin, Belçîkaya ku yek ji dewleta damezrînerê NATO û YEyê ye bi revêbirin YPGê re hevdîtin pêk anîye û alîkariya hin amûran kirine. Di nav alîkariyan de amûrên cûr bi cûr hene.

    Kovara heftane Knack ya ku li Belçîkayê weşanê dike anî rojevê ku îstîxbarata leşkeri ya Belçîkayê di salên 2016 û 2017an de pêwendî bi YPGê re daniye. Li gor nûçeyê ewil alîkariya amûrên medikal hatine kirin piştre jî perwerdehiya çekan dane şervanên YPGê. Li gor nûçeya kovarê di nav alîkariyên teçhîzatên leşkeri de, yêlekên çelîk, unîforme û gelek amûrên din hene. Ji aliyêdin ve di hin nûçeyan de jî hat îdikairin ku serokê îstîxbaratê Eddy Testelmans yê ku sala par îstîfa kiri bû alîkariya cil û bergan bi şervanên YPGê re kiri bû.

    Di meha pûşberê de piştî ku 8 xebatkarên îstîxbaratê ji Wezareta Parastinê re nameya gilîkirinê şandi bûn û name bidest çapemeniyê de ket serokê îstîxbaratê Testelmans îstîfa kiri bû.

    Bi heman mijarî:

    YPG: Artêşa Tirkiyeyê navenda Efrînê bombebaran kir, 10 kes birîndar bûn
    YPG: Em ê dîmenên leşkerên tirk ên dîlgirtî parve bikin
    YPG: Me pêşveçûna artêşa tirk û ASAyê asteng kir
    ‘Armanca operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê ne YPG û PYD ye'
    YPG: Hêzên me 16 leşkerên tirk dîl girtine
    Etîketan:
    şervan, YPG, Knack, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de