13:45 21 Hezîran 2018
Vatikan

Çalakiyên bo Efrînê 24 saetan qedexe kirin

© Sputnik / Vladimir Astapkovich
Ewropa
Lînkê kurt
0 04

Beriya serdana Vatikanê ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li navenda Romayê çalakiyên bo Efrînê jî di nav de hemû çalakî ji bo 24 saetan hatin qedexekirin.

Li gor nûçeya ajansa AFPê hat eşkerekirin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Papa Francis roja duşemê wê hevdîtinekê pêk bînin. Ji ber bertekên êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê, çalakiyên derbarê Efrînê û yên wekîdin heta 24 saetan hatin qedexekirin. Ajansa AFPê qedexekirina çalakiyan wek astengkirina çalakiyên li hember operasyona dijî Efrînê nirxand.

Ajansê birîrxist ku li cihekî nêzî Vatîkanê ji aliyê komeleyek kurd, bi beşdariya nêzî 200 kesî ve wê çalakiyek bê li darxistin. Erdogan piştî 59 salan caran ewile ku wê serdana Vatîkanê bike. Her wiha hat payin ku serokomarê tirk bi 3500 polîsên Îtalyayê ve wê li Vatîkanê bê parastin.

Bi heman mijarî:

Amerîka: Efrîn berî niha bi ewle bû, lê niha ne wisa ye
Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
Etîketan:
Vatîkan, Erdogan, AFP, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de