02:30 20 Nîsan 2018
    İtalya'daki depremlerin ardından başkent Roma'da metrodakiler tahliye edildi.

    Êrîşa çekdarî li Îtalyayê: Gelek kes birîndar bûn

    © REUTERS / ALESSANDRO BIANCHI
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Îtalyayê ji wesayitekê li dijî koçberên Afrîkayê gule hatin reşandin û di encamê de gelek kes birîndar bûn.

    Li bajarê Maceratayê yê Îtalyayê ji wesayitekê gule hatin reşandin.

    Li gorî agahiyên ku rayedarên polîsan dane, armanca êrîşa çekdarî koçber bûn û di encamê de 2 jê reşik, gelek kes birîndar bûn.

    Ajansa APê ragihand ku polîs ji welatiyan dixwaze ji malên xwe dernekevin. Şaredarê Maceratayê Romano Carancini got, "Di wesayitê de mirovekî bi çek heye, bila kes ji malên xwe dernekevin."

    Piştî bûyerê gumanbarek ji aliyê polîsan ve hat deteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Navenda Demokrasî bîlançoya roja 14an a êrîşa Efrînê weşand
    Dîmenên êrîşa ser peyamnêrên îranî li sînorê Efrînê hatin weşandin
    Di êrîşa dibistanê de 2 kesan can da
    Li dibistaneke li Rûsya êrîşa kêrî: 8 xwendekar û mamosteyek birîndar bûn
    Etîketan:
    êrîşa çekdarî, Şaredarê Maceratayê, Romano Carancini, Îtalya, Macerata
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de