19:00 25 Nîsan 2018
    Parlamentoya Almanyayê

    Parlamentoya Almanyayê: Artêşa Tirkiyeyê sivîlan dikuje

    © REUTERS / Axel Schmidt
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 40

    Li Parlamentoya Almanyayê operasyona artêşa tirk a li hemberî Efrînê hat nirxandin. Hemû partiyên alman ragihandin ku operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

    Li Parlamentoya Almanyayê operasyona artêşa tirk a li hemberî Efrînê hat nirxandin. Hemû partiyên alman ragihandin ku operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Herwiha muxalefetê, ji bo hikûmeta Almanyayê bertekên tund nîşanî operasyonê Tirkiyeyê nekir ew rexne kir.

    Li gor nûçeya DW Tirkî li ser daxwaza Partiya Çep a Almanyayê li parlamentoyê operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li hemberî Efrînê hat nirxandin.

    ‘BÊDENGIYA WE NAYÊ QEBÛLKIRIN'

    Nûnerê Partiyên Xrîstiyan CSU/CSU Roderich Kiesewetter di axaftina xwe ya parlamentoyê de got: "Ji bo ku li hemberî Tirkiyeyê ti êriş pêk nahatiye û plansaziyek tineye, operasyona li hemberî Efrînê li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Nûnerê Partiya Demorat a Civakî (SPD) Dagmar Freitag jî di axaftina xwe de got: "Ez jî tevlî axaftinên Kiesewetter dibim. Operasyona Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye."

    Hevseroka Partiya Çep Katja Kipping jî di axaftina xwe de operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê şermezar kir û got: "Artêşa tirk li Efrînê sivîlan dikuje, lê Serokwezîr Angela Merkel bêdeng e. Bêdengiya we çokşikandina li hemberî Erdogan e. Vê bêdengiyê bi dawî bînin û hemû plan û hevkariyên xwe yên leşkerî bi Tirkiyeyê re rawestînin."

    Bi heman mijarî:

    Beşikci: Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê
    Piştî Şivan Perwer Hozan Birader jî ji bo Efrînê stran got: Ez Efrîn im!
    Parlamentarê rûsî: Ger neyê paşxistin mijara sereke ya Soçiyê Efrîn e
    Amerîka: Efrîn berî niha bi ewle bû, lê niha ne wisa ye
    Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, Parlamentoya Almanyayê, Katja Kipping, Efrîn, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de