06:20 21 Gulan 2018
    Neviyê Hesen el Benna, Tariq Ramazan

    Neviyê damezirînerê Îxwanê bi tohmeta destdirêjiya jinan hat binçavkirin

    © AFP 2018 / Sia Kambou
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Neviyê damezirînerê Îxwanê Hesen el Benna (Rêxistina Birayên Misilman) Tariq Ramazan, ji tawana tecawizê hat binçavkirin.

    Tariq Ramazan ku li Zanîngeha Oxfrod a Brîtanyayê profesorê îlahiyatê ye, ji aliyê du jinan ve bi sedema destdirêjiya zayendî dihat tawanbarkirin.

    Jineke bi navê Henda Ayarî ji televizyona fransî BFMTVyê re gotibû, Ramazan li sala 2012an li otelekê tecawizê wê kiriye.

    Dîsa jineke din jî ragihandibû ku ew di sala 2009an de li oteleke Lyonê rastî tecawiza Ramazan hatiye û her du jinan jî giliyên xwe li polîsan kiribûn.

    Ramazan hemwelatiyê Swîsreyê ye û hîn jî di parlamentoya Brîtanyayê de wek endamê şêwirmendiya azadiya baweriyan kar dike.

    Ramazan piştî tohmet û tawanbariyên destdirêjiyê ku red kiribû, destûr xwestibû û navber dabû karê xwe.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye hêza ji bo şerê Efrînê zêde dike
    Amerîkayê serokê Hamasê xist nav lîsteya terorê
    Welatiyên Sûriyeyî herî zêde koçî kîjan welatî kirin?
    Deniz Naki: Ceza nikarin min aştî, azadî û welatperweriyê dûr bixin
    Ebadî sibe bi partiyên Kurdistanî re dicive
    ‘Beşdar nebûna hin muxalîfan a Soçiyê xetayeke siyasî ye’
    Navenda dîrokî ji bo kupaya cîhanê tê amadekirin
    Etîketan:
    Brîtanya, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de