17:35 25 Gulan 2018
Garo Paylan

Paylan bi Macron re hevdîtinek pêkanî: Ji bo Efrînê bangewaziya hesasiyetê

© Sputnik / Sertaç Kayar
Ewropa
Lînkê kurt
0 10

Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Garo Paylan li Parîsê bi serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtinek pêk anî. Paylan ji Macron daxwaz kir ku derbarê Efrînê hesas bin.

Parlementerê HDPê Paylan tevlî xwarina salane ya êvarî ya Konseya Koordînasyona Rêxistinên Ermenî li Fransayê (Conseil de coordination des organisations arméniennes de France, CCAF) bû.

PAYLAN BO MACRON: LI EFRÎNÊ WENDAHIYÊN SIVÎL ZÊDE DIBIN

Li gorî daxuyaniya ku ji terefê HDPê ve hatiye kirin dema xwarinê Paylan bi Macron re hate ligel hev. Paylan ji Macron re ragihan ku li Efrînê wendahiyên sivîl zêde dibin û daxwaz kir ku derbarê Efrînê de hesas bin.

​Herwiha li gorî daxuyaniyê di heman civînê de ji bo têkoşîna mafê mirovan û hewildanên demokrasiyê Şaredarê Parîsê Anne Hidalgo Paylan bi payeya ‘la médaille Grand Vermeil' re xelat kir.

Bi heman mijarî:

Paylan derbarê îdiayên sûîqesdê de îfade da
Di derbarê îdiayên sûîqesdê yên Garo Paylan de lêpirsîn hat destpêkirin
Paylan: Gladîoya Tirkiyê li pey van sûîkastan e
Ewlekariya Almanya derbarê hişyariya Paylan de daxuyanî da: Em hay ji xetereyê hene
Etîketan:
Bangewazî, Hevdîtin, Dîplomasî, Emmanuel Macron, Garo Paylan, Efrîn, Parîs
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de