04:17 20 Nîsan 2018
    Efrîn operasyon

    Financial Times: Li Tirkiyeyê rewş nebaş e

    © REUTERS / Osman Orsal
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 40

    Rojnameya Financial Timesê, derbarê endamên Yekîtiya Tabîbên Tirkiye (TTB) yên binçavkirî de nûçeyek weşand. Rojnameyê birbîrxist ku ev rewş ji bo mafê azadiyan, li paytextên Ewropayê wê bibe sedema fikaran.

    Hin endamên TTBê ku li dijî operasyona Efrînê a Tirkiyeyê daxuyaniyek dabûn, doh serê sibehê ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. BBCya Tirkî balkişand ser nûçeya Laura Pitel a Financial Timesê ya bi sernava ‘Tabîbên tirk, piştî rexneya operasyona dijî Efrînê hatin binaçkirin. Di nûçeyê de rexneyên Serokomar Recep Tayyip Erdogan jî cih girtin, ku ji tabîban re goti bû hezkerên terorîstan.

    'YEK JI WAN SAZIYANE KU LI DIJÎ OPERASYONA EFRÎNÊ DISEKINE'

    Rojnameyê daxuyand ku Yekîtiya Tabîbên Tirkiyê (TTB) nûnertiya 80 hezar tabîban dike û yek ji wan saziyane ku operasyona dijî Efrînê li ber çavên gel rexne dike û li hember operasyonê disekine. Di nûçeyê de rexneyên rêxistina bi navê ‘Bo Mafê Mirovan Rêxistina Hekîman' jî cih girt, ku binçavkirinên tabîban rexne kiribûn.

    'DAXUYANIYEK AŞTIYANÊ DAN LÊ RASTÎ GEFXWARINAN HATIN'

    Rayedarê rêxistinê Homer Venters jî ji rojnameyê re axivî û li ser binçavkirinan ramanên xwe wiha anî ziman: Komek tabîban xwestin daxuyaniyek aştiyane bidin, lê ji ber vê daxuyaniyê rastî gefxwarinan hatin, ev tê ser wê wateyê ku li Tirkiyeyê rewş nebaş e. Di berdewamiya nûçeyê de wiha hat gotin: Binçavkirin li paytextên Ewropayê wê bibe sedema fikaran. Erdogan ji aliyê rayedarên ewropayî ve wê bêtir wek kesekî otokratîk bê naskirin.

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Tabibên Cîhanê operasyona dijî Yekîtiya Tabîbên Tirk şermezar kir
    Etîketan:
    Şer, TTB, Efrîn, Financial Times, BBC
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de