05:45 22 Nîsan 2018
    Bêmal - Bêkes

    Li wî welatê Ewropayê her sal zêdetirî 20 hezar însan winda dibin

    © AP Photo / Emilio Morenatti
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor amareyên fermî yên hikûmetê, li Polonyayê hersal nêzîkî 20 hezar însan bêyî ku li pey xwe ti şop û nîşanekê bihêlin winda dibin.

    Li welatê Polonyaya endamê Yekîtiya Ewropayê her sal nêzîkî 20 hezar însanên ji grûbên cuda yên civakê bêyî ku li pey xwe ti şop û nîşaneyekê bihêlin winda dibin. Piraniya bûyerên windabûnê li navxweyiya Polonyayê, herwiha li derveyê welat jî pêk tê. Paşî hinek ji wan însanên windayî têne dîtin, lê her sal hejmara kesên windayî zêdetir dibe.

    Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Polonyayê, hejmara kesên windayî her sal zêdetir dibe. Di sala 2010an de hejmara kesên windayî 13 hezar û 393, sala 2012an 17 hezar 969, sala 2013an 19 hezar û 617 û di sala 2014an de ev hejmar gihîşte 20 hezar û 845 kesan û piştî sala 2015an jî ev reqem her diçe zêdetir dibe.

    Berpirsa Weqfa ITAKA ya Polonyayê ku dikeve pey kesên windayî Karolina Krawzcyka di axaftina xwe de got: "Di nava kesên windayî de zêdetir nexweşên Alzheimer û kesên ku tedawiya psikatriyê dibînin hene. Beşek ji windayiyan jî kesên ku ji bo kar diçin derveyê welat û di karê xwe de bisernakevin pêk tê."

    Bi heman mijarî:

    Polonya amadekariya sitandina noqavên erzan dike
    Polonya û Amerîka ji bo pergala parastina moşekên Patrîotê peyman îmze kir
    Civîna wezîrên karên derve yên Tirkiye-Polonya-Romanyayê wê li Enqereyê were lidarxistin
    Polonya ji bo xwendekaran perwerdeya NATOyê da destpêkirin
    Polonya: Em ê penaberan qebûl nekin
    Etîketan:
    Her sal 20 hezar kes winda dibin, Karolina Krawzcyka, Polonyayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de