19:35 20 Nîsan 2018
    Akademisyenê kurd Dr. Janroj Yilmaz Keleş

    'Dagirkirina Kerkûkê û Efrînê encama polîtîkayên dijberiya kurdan e'

    © Sputnik /
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Mustafa Zengin
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Dr. Janroj Yilmaz Keleş ji bo êrîşên artêşa tirk ên li dijî Efrînê diyar kir ku Tirkiye û dewletên herêma Rojhilata Navîn bi polîtîkayên dijminane li dijî kurdan tevdigerin û got, "Armanca dagirkirina Kerkûkê û Efrînê ew e ku di warê siyasî, terîtoryal û aborî de fişarê li kurdan bike." Keleş got, divê kurd di hevdîtinên wekî Soçiyê de cih bigirin.

    Akademisyenê Zanîngeha Middlesexê ya li Brîtanyayê Dr. Janroj Yilmaz Keleş derbarê êrîşên artêşa tirk ên li dijî Efrînê ji bo Sputnik Kurdistanê axivî û ew êrîşên Tirkiyeyê wekî ‘hewldaneke dagirkeriyê' bi nav kir. Keleş diyar kir ku ev hewldana bi dijminahiya dîrokî ya li hemberî kurdan de têkildar e û ev tişt gotin, "Beriya êrîşa Tirkiyeyê ji Efrînê an jî ji Rojava ti êrîşeke li dijî ewlehiya Tirkiyeyê pêk nehat. Gava em li wêneyê mezin binêrin, em dibînin ku ev hewldana dagirkeriyê tenê ji politikaya dijayetî ya kurdan perçeyeke biçûk e. Dewleta kurd, Kurdistan her tim wekî paşxaneya xwe (herêma kolonîzekirî) dîtiye."

    ‘SERKEFTINÊN KURDAN DEWLETA TIRK XISTIYE NAV KÊŞEYÊ'

    Dr. Janroj Yilmaz Keleş bal kişand ser ku di sedsala 21an de kurd êdî li Rojhilata Navîn xwedî hêz e û wisa berdewam kir: "Polîtîkayên dewletên ku welatên wan dagir dike êdî bi kêr nayên. Li Bakurê Kurdistanê kurd bi serkeftinên xwe yên di hilbijartinan de hatine pozisyona hikûmeteke herêmî û herwisa bi serkeftinên xwe yên di hilbijartinên giştî de jî di Parlamentoya Tirk de bûne xwediyê partiya sêyem, ku vê yekê jî dewleta li ser têgihîşitna nijadperestiya tirk hatiye avakirin, xistiye nav kêşeyê. Herwisa cîhadîstên ku Tirkiyeyê ew ji bo bûyîna hêzeke herêmî şandine Sûriyeyê têkç çûn û Kurdên li Rojava jî bûn hêzeke terîtoryal û polîtîk. Di encama vê yekê de jî Tirkiyeyê di asta herêmî de li dijî kurdan biryara şer girt."

    ‘TIRKIYEYÊ HIQÛQA NAVDEWLETÎ BINPÊ KIR Û EFRÎN DAGIR KIR'

    Dr. Keleş derbirî ku Tirkiyeyê ji bo vê armanca xwe dest bi dagirkirina Cerablûsê kir û xwest bi awayekî terîtoryal yekkirina kantonên Efrîn û Kobanê û pêşdeçûna kurdan li rojavayê Firatê asteng bike: "Di nav xwe de (li Tirkiyeyê) jî hevdîtinên aşitiyê bi dawî kirin, şaredariyên (hikûmeta herêmî) di destên kurdan de ji aliyê dewleta tirk ve hatin dagirkirin û siyasetmedarên kurdan hatin girtin û bi vî awayî hat xwestin ku hêza polîtîk ya kurd bê bandor bike. Ya sêyem jî rejîma Erdogan li gel polîtîka û hêzên dijberî kurdan (Îran û Iraq) hewl da pêşiyê li rêxistinên kurdan ên ku di asta navdewletî de peywendiyên pêşketî pêk anîne, bigire. Piştî referandûma serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê li gel Îran û Iraqê di warê aborî û leşkeri de Başûrê Kurdistanê da dorpêçkirin. Herî dawiyê jî Erdogan, di encama têkçûna cîhadîstên xwe de hiqûqa navdewletî binpê kir û biryar da ku Efrînê dagir bike û kurdan li welatên wan bikuje û ji cihê wan bike."

    ‘DAGIRKIRINA EFRÎNÊ MENTIAQ KOLONÎST E'

    Janroj Yilmaz Keleş bal kişand ser polîtîkaya erebkirin û tirkkirna Efrînê û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Eger Erdogan Efrînê dagir bike, bi îhtimeleke mezin wê bi polîtîkaya erebkirin û tirkkirina Efrînê kurdan ji welatên wan derxîne." Keleş di vî warî de gotinên Sererkanê berê yê artêşa tirk Ilker Başbug bi bîr xist û got, "Başbug digot, astengkirina koridora kurdan, pêkneanîna terîtoryaleke kurdan û astengkirina xwebirêvebirinê wê serdestiya psikolojik bik para Tirkiyeyê û kurd jî wê bibe xwediyê hesta têkçûnê.' Bi kurtasî hewldana dagirikinê ya Efrînê mentiqeke kolonîst e ku armanc dike kurd di warê hiqûqa siyasî û navdewletî de nebin civakeke terîtoryal, polîtîk û çandî."

    GELEKÎ GIRÎNG E KU KURD BEŞDARÎ HEVDÎTINÊN WEKÎ LI SOÇIYÊ BIBIN'

    Dr. Keleş wisa berdewam kir: "Gava em li dewletên garantor ên (Rûsya, Îran, Tirkiye) hevdîtinên Soçiyê binerin, teqez e ku ji bo kurdan dê encameke erênî dernekeve. Dewletên garantor dixwazin piştî demekê rejîma Esad mayînde bikin û bi rêbaz û tektîkên cuda deskeftiyên kurdan ji deste wan bigirin." Keleş herwisa parast ku êrîşên Efrînê jî dide nîşan ku Soçî wê ji bo kurdan encameke erênî nede û got, "Lê dîsa jî gelekî girîng e ku kurd di hevdîtinên wisa de xwe temsîl bikin û li dijî polîtîkayên dagirkeriyê di van platforman de cih bigirin."

    ‘DAGIRKIRINA KERKÛK Û EFRÎNÊ ENCAMA POLÎTÎKAYÊN DIJBERIYA KURDAN ÊN DEWLETÊN HERÊMÊ YE'

    Akademisyenê kurd êrîşên li dijî Kerkûkê û yên li dijî Efrînê wekî encama polîtîkayên dijberiya kurdan nirxand û ev tişt anîn ziman: "Dagirkirina Kerkûkê û hewldana dagirkirina Efrînê encama polîtîkayên dijberiya kurdan ên dewletên herêmê ye. Kesên Kurdistanê dagir dikin, her tim ji bo binpêkirina kurdan hatin cem hevdu. Lê kurdan yekîtî û polîtîkayeke neteweyî pêkneanîne û ji ber vê yekê jî her tim rastî qezayên bi mirinane tên. Wekî mîna, eger hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2014an de Şingal ji DAIŞê re berneda û berxwe bida, an jî kesên ku Şingal û êzidî berdan û reviyan bidarizanda, wê karibûya koma kurdan ya li Kerkûkê hevkariya Îran û Iraqê kir, berteref bikira û dikaribû binketina li Kerkûkê asteng bikira. Bi kurtasî, armanca dagirkirina Kerkûkê û hewldana dagirkirina Efrînê ew e ku di warê siyasî, terîtoryal û aborî de zextan li kurdan bike û pergala kolonyalist ya berê bidomîne."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Serokkomarê Fransayê: Divê operasyona Efrînê nebe dagirkerî
    Kurd êrîşa li ser Efrînê, li dijî xwe dibînin
    HSD: Ji ber êrîşên artêşa tirk xelkê Efrînê di şikeftan de dijîn
    Dr. Şivan Ehmed: Operasyona Efrînê hewldaneke dijminane ya dijî kurd e
    Berdevkê Pentagonê ji bo Efrînê got: Divê hemû alî sivîlan biparêzin
    Etîketan:
    êrîşên artêşa tirk ên li dijî Efrînê, Akademisyenê kurd, Janroj Yilmaz Keleş, Brîtanya, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de