00:41 21 Nîsan 2018
    Efrîn-leşkerê tirk

    Partiya Keskan: Operasyona Tirkiyeyê binpêkirina hiqûqa navdewletî ye

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Di kongreya derasayî de ya Partiya Keskan a Almanyayê de pêniyarnameya rawestandina firotina çekan bo Tirkiyeyê û kişandina hemû leşkerên alman ên li Tirkiyeyê dixebitin hat qebûlkirin û operasyona Tirkiyeyê wek binpêkirina hiqûqa navdewletî desntîşan kir.

    Li gorî nûçeya DWê, Partiya Keskan wek bertek ji operasyona Artêşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê re, daxwaz kir ku hemû leşkerên alman ên li Tirkiyeyê hatine bicihkirin vên kişandin û derfirotina çek û techîzatên ji Almanyayê bo Tirkiyeyê were rawestandin.

    "TIRKIYE Û ERDOGAN AGIRÎ GUR DIKE"

    Partiya Keskan li Hannoverê kongreya xwe ya du-rojî li dar xist û tê de pêşniyarnameya ku ji aliyê delegeyan ve hatibû pêşkêşkirin hat qebûlkirin. Di pêşniyarnameyê de ew operasyona Artêşa Tirkiyeyê li dijî YPGê li Efrînê pêk tîne, wek binpêkirina hiqûqa navdewletî hat destnîşankirin û hat gotin ku ""çûna Artêşa Tirkiyeyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bo Bakurê Sûriyeyê wek gurkirina agirê li herêmê ye".

    Piştî ku wêneyên tankên Leopard 2ê di operasyona li dijî Efrînê di medyaya almanî de derket, mijara tankan ket rojeva Almanyayê û di encamê de Hikûmeta Almanyayê ragihand ku "haya wan jê tine ku tank di operasyonê de tên bikaranîn.

    Bi heman mijarî:

    YPGê îdîayên derbasbûna Artêşa Tirkiyeyê red kirin
    HSD: Dibe operasyona Tirkiyeyê bibe sedem ku DAIŞ dîsa vegere
    Esad ji bo Efrînê: Ji siyaseta Tirkiyeyê ya piştgira terorê nayê veqetandin
    Lijneya Wezîrên Tirkiyeyê îro bi rojeva Efrînê dicive
    Walîtiya bo piştgiriya operasyonan xwest ku li mal û kargehan ala Tirkiyeyê bê daleqandin
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê ji aliyê Ezazê ve jî êrişî Efrînê dike
    Etîketan:
    Partiya Keskan, Efrîn, Sûriye, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de