19:09 25 Nîsan 2018
    Serokê Fransayê Fransua Holland

    Serokomarê berê yê Fransayê bo PYDê: Çi ji dest min were ez dê bikim

    © AP Photo / Alian Jocard
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 50

    Serokomarê berê yê Fransayê François Hollande li paytexta Fransayê Parisê bi şandeke Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) re civiya û mijara Efrînê gotubêj kir, "Çi ji destê me were em dê bikin."

    Li gorî nûçeya Rûdawê di şandeya PYDê de hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl, Nûnerê Ewropayê yê PYDê Evdilselma Mistefa û Nûnerê Rojava li Parîsê Xalid Isa cih girt.

    Li gorî daxuyaniya PYDê, şandeyê ji Fransayê daxwaz kiriye ku ji bo operasyona li dijî Efrînê bi dawî bibe têkeve nava tevgerê. Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin ku Serokomarê berê yê Fransayê Hollande gotiye, "Ji bo ku ev êrîşkarî bi dawî bibe, çi ji destê wî tê ew dê bike. Em û kurdan dostên hev in, di têkoşîna bi terorê re em hevkar in. Hikûmet û gelê Fransayê dê îxtîlafa li Efrînê qebûl neke."

    Ofîsa çapemeniyê ya Hollande derbarê hevdîtinê de tu daxuyanî nedan.

    Bi heman mijarî:

    Karayilan: Hîn şer neketiye nava Efrînê û eger gihişt em ê mal bi mal şer bikin
    Beşikci: Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê
    Kalin û McMaster bi telefonê mijara çekdayîna Amerîkayê bo YPGê axivîn
    UNICEF: Li Efrînê 11 zarokan jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    Hevdîtin, PYD, Hollande, Paris
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de