13:54 25 Nîsan 2018
    Staffan de Mistura

    De Mistura: Dê biryara temsîlkirina NYyê li Soçiyê Guterres bide

    © AFP 2018 / FABRICE COFFRINI
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Staffan De Mistura diyar kir ku gavên amadekariya makeqanûnê dê li Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê bêne gotûbêjkirin. Mistura, dê biryara temsîlkirina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Soçiyê Sekreterê Giştî yê NYyê Antonia Guterres bide.

    De Mistura di daxuyaniya xwe de ragihand ku dê di çarçoveyaVcivînên Cenevre 9 li paytexta Avusturya Viyenaya ku mijara taybet a Sûriyeyê bicive mijara makeqanûnê were gotûbêjkirin.

    Nûnerê taybet ê NYyê eşkere kir ku teqwîma diyarkirina makeqanûnê, krîterên komîsyona makeqanûnê û metnê dawî yê makeqanûnê dê li Cenevreyê û bi çavdêriya NYyê were encamdan.

    Misturadestnîşan kir kur di komîsyona makeqanûnê de kesên ku beşdarî pêvajoya Cenevreyê bibin dê ji muxalefet, endamên sivîl, serokên eşîran û jinan pêk were.

    ‘ME JI RÛSYAYÊ TEMÎNAT STEND'

    De Mistura daweta Rûsyayê bo Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê dibîr anî û got, "Me ji Rûsyayê temînat stend ku encamên Soçiyê li Cenevreyê werine gotûbêjkirin û pêvajo dê bi biryara 2254 a Konseya Ewlekariya ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) berdewam bike.

    ‘KOMÎTEYA BILIND A HILBIJARTINÊ DI LÎSTEYA SOÇIYÊ DE TUNE YE'

    Di vê navberê de Komiteya Bilind a Gotûbêjan (HNC) li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku, biryar hatî stendin ku Kongreya Niştimanî ya Sûriyeyê li Soçiyê boykot bike.

    Li gorî çavkaniyên muxalefetê NHC îro li gorî saete Hewlêrê dê civînekê lidar bixe.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    De Mistura: Bila kurd di nava xwe de biryar bidin
    De Mistura ji dijberiya Sûriyeyê re: Ti kes piştgiriya we nake
    Nasir Herîrî: 'Berpirsê nehatina şanda Şamê Staffan de Mistura ye'
    De Mistura: Li Sûriyeyê divê rêveberiyên herêmî hebin
    De Mistura: Dibe Soçî û Riyad alîkariya destpêkirina gotûbêjên rasteqîn bikin
    De Mistura: Ez ê li gel Lavrov û Şoygû Cenev û Konferansa Sûriyeyê gotûbêj bikim
    Etîketan:
    Kongreya Niştimanî, De Mistura, Soçi, Cenevre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de