20:05 21 Sibat 2018
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Barzanî û Şahê Urdinê li hev civiyan

    © REUTERS/ Azad Lashkari
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şahê Urdinê Şah Ebdûlla îro li Forûma Aborî ya Davosê li hev kom bûn. Herwisa tê payîn ku Barzanî bi Serokwezîrê Ermenistanê û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re jî bicive.

    Li gorî agahiyên Rûdawê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ku ji bo forûma aboriyê li bajarê Davos yê Swîsreyê ye, îro di saet 13.00an de bi Şahê Urdinê Şah Ebdulla re civiya û çend mijarên girîng gotûbêj kirin.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeke Herêma Kurdistanê re duhî roja sêşemê (23yê Rêbendana 2018an) çûn Davosê û li wir bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtinek pêk anîbû.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û Ebadî careke din li hev kom dibin
    Mesûd Barzanî ji bo Efrînê daxuyaniyek da: Em dilgiran in
    Nûnerê Trumpî: Serdana Barzanî bo Bexdayê erê lê ya Tehranê...
    Barzanî beşdarî Civîna Davosê dibe
    Barzanî û Rûhanî di civîna xwe de behsa çi kirin?
    Etîketan:
    hevdîtin, Şahê Urdinê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Davos, Swîsre
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de