05:07 21 Nîsan 2018
    ye-ala yeyê-ala ye

    'YE dê rê nedê ku karesateke mirovî li Efrînê çêbibe'

    © Sputnik/ Collage
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Şandeyeke Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê duh duşemê ji bo operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê, rewş Sûriyeyê bi giştî û ya Rojava bi taybet li gel rayedarên Konseya Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê re civiyan.

    Li gorî nûçeya BasNewsê, Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya ENKSê daxuyaniyek daye û tê de gotiye ku "şandeyeke Encûmê bi serokatiya serokê ENKSê û yê nivîsgeha têkiliyên derve li paytexta Belçîkayê, Brukselê Siûd Mele bi şandeyeke Konseya Têkiliyên Derve ya YEyê re civiyaye û wiha dewam kiriye: "Di civînê de rewşa Sûriyeyê bi giştî û ya Kurdistana Sûriyeyê bi taybetî, nexasim a Efrînê hatiye gotûbêjkirin."

    Di daxuyaniyê de ENKSê teqez kiriye ku "destwerdana leşkerî li Efrînê ku dibe bibe sedem ku rewşa siyasî bêtir aloz bibe, şermezar dikin û red dikin".

    Herwiha ENKS misoger kiriye ku "nayê qebûlkirin ku Artêşa Azad têkeve herêmên kurdî."

    ENKSê di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser wê yekê ku rewş li herêmên kurdî li gorî herêmên din aram bû.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku "şandeya YEyê nîgeraniya xwe ji destwerdana Tirkiyeyê li Efrînê aniye ziman û gotiye ku mijarê bi nîgeranî dişoînin û dê rê nedinê ku karesateke mirovî li wir çêbibe."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Tillerson ji bo Efrînê: Bifikar in
    NATOyê derbarê Efrînê de daxuyanî da: Divê xweparastina Tirkiyeyê bi pîvan be
    Mogherini: Em ji operasyona Efrînê gelek bi fikar in
    Ji Neteweyên Yekbûyî yekem daxuyaniya Efrînê: Hewldanan dest pê kir
    Etîketan:
    encam, Yekîtiya Ewropayê, YE, Kurdistana Sûriyeyê, Efrîn, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de