05:09 21 Nîsan 2018
    Rêwiyên tirk li Honoverê êrîşî xwenîşandarên kurd kir

    Rêwiyên tirk li Honoverê êrîşî xwenîşandarên kurd kir

    © REUTERS / Ayfer Amara/Frauenrat Ronahi and Nav-Dem Hannover
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Li balafirgeheke Hanovera Almanyayê xwenîşandarên kurd û tirk pev ketin ku li gorî agahiyên polîsên herêmî dane di encamê de du kes bi sivikî birîndar bûn.

    Pevçûn duh êvarî li avahiya Byê de pêk hat gava ku hinek kurdan li dijî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê xwenîşandan li dar dixist.

    Rojnameya almanî Hannoversche Allgemeineê ragihand ku kurdan slogan li dijî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bilind dikirin.

    Di wê navberê de rêwiyên tirk ên ku li hêviya geşta Stenbolê bûn êrîşî wan xwenîşanderan kiriye.

    Ji aliyê din ve, li gorî agahiyên destpêkê, 180 kes li cihê bûyerê bûn û polîs neçar maye ku gaza rondikrêj biavêje bi ser 20 kesan de ku li wir pev diketin da ku rewşê kontrol bike.

    Di encama wê pevçûnê de, geşta  Stenbolê nîv saetê dereng rabû.

    Hejayî gotinê ye ku Tirkiyeyê 20ê vê mehê operasyonek li dijî Efrînê dabû destpêkirin ku Şamê ev operasyon şermezar kiribû û Enqere tawanbar kiribû ku piştgiriya terorîstan dike.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Tirkiyeyê bersiv da daxuyaniya Amerîka ya li ser YPGê
    Bogdanov: Ji bo lîsteya beşdarên Kongreya Niştimanî em li benda erêkirina Tirkiyeyê ne
    Plana operasyona muhtemel ya Tirkiyeyê li dijî Efrînê diyar bû
    Li Tirkiyeyê Rewşa Awarte bo cara 6emîn hate dirêjkirin
    HRW: Li Tirkiyeyê OHAL dibe sedema binpêkirinan
    Etîketan:
    pevçûnên tirkan û kurdan, tirk, kurd, Recep Tayyip Erdoga, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de