15:45 25 Gulan 2018
Efrîn

Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû

© Sputnik / Hikmet Durgun
Ewropa
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 60

Li hemberî operasyoneke muhtemel a Tirkiyeyê bo Efrînê kampanyayeke navnetewî hate destpê kirin. Feylesofê navdar Noam Chomsky jî tê de gelek akademîsyenên navdar tevlî kampanyayê bûn. Di danezana kampanyayê hate diyarkirin ku, "berpisyariya Amerîka û raya giştî ya navdewletî bo kurdan heye û divê piştgiriya kurdan bê kirin."

Noam Chomsky û David Harvey jî di nav de nivîskar, akademîsyen û mafparêzên mirovan ên navdar ji bo Efrînê kampanyayeke îmzeyê dan destpêkirin. Di metnê îmzayê de li hemberî operasyoneke muhtemel a li ser Efrînê bang li raya giştî ya navdewletî hate kirin.

Metna akademîsyenan a bi navê ‘Nehêlin ku Efrîn bibe Kobaniyek nû: Ji akademîsyen û aktîvîstan bangewaziyeke lezgîn' wiha ye:

‘DIVÊ SEROKÊN RÛSYA, ÎRAN Û AMERÎKA NEHÊLIN KU SERWERIYA SÎNORÊ SÛRIYEYÊ JI TEREFÊ TIRKIYEYÊ VE WERE BINPÊKIRİN'

Em weke akademîsyen û mafparêzên mafê mirovên ên ku li xwarê îmzeya wan heye, em dibêjin ku divê serokên Rûsya, Îran û Amerîka nehêlin ku serweriya sînorê Sûriyeyê ji terefê Tirkiyeyê ve were binpêkirin. Em israr dijin ku gelê Efrînê di nava aştiyê de bijî.

‘EFRÎN NIHA JI ALIYÊ NEYARAN VE HATIYE DORPÊÇKIRIN'

Efrîn a ku piraniya nifûsa wê kurd e. Yek ji ewletirîn û aramtirîn bajarê Sûriyeyê ye. Efrîn bi alîkariyeke sînordar gelek penaberên Sûriyeyê qebûl, nifûsa wê duqet bû û derket 400 hezarî. Efrîn niha ji aliyê neyaran ve hatiye dorpêçkirin: Komên cîhadîst ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, el Qaîde û Tirkiye.

‘TIRKIYE YPGÊ WEKE TERORÎST TAWANBAR DIKE'

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, YPGya ku Amerîka li hemberî DAIŞê piştgiriya wê dike, tehdîd dike. Li gel YPGê li hemberî DAIŞê têkoşîn da, deverên ku ji DAIŞê paqijkirin konseyên demokratîk ên herêmî ava kirin û bi navê Federasyona Rojava û Bakurê Sûriyeyê rêveberiyek avakirin. Lige ku YPGê diyar kiriye ku bi tenê kurd û etnîsîteyên din ên bakurê Sûriyeyê diparêze û çendîn caran wiha beyanat daye, Tirkiye wê weke ‘terorîst' tawanbar dike.

Tirkiye li ser sînorê Efrînê bicih dibe. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi tenê ji bo ku ji kurdan tolê bistîne herêma aram dê tune bike, jiyana bi sedan sivîlan têxe xeterê lewra sond dixwe ku bi hemû hêza xwe êrîşî vê kantonê bike.

‘DIVÊ AMERÎKA Û RAYA GIŞTÎ YA NAVDEWLETÎ PIŞTGİRİYA KURDAN BIKE'

Êrîşeke bi vî rengî dê êrîşeke li ser gelên herêmeke aştiyane û demokratîk be. Divê Amerîka û raya giştî ya navdewletî piştgiriya kurdan bike, lewra di vî warî de berpirsyar in. Em bang li rayedarên amerîkî û raya giştî ya navedewletî dikin ku garantoriya ewlehî û aramiya Efrînê bikin. Em bag li aliyan dikin Tirkiye li ser sînor û di nava xaka Sûriyeyê de êrîşkariyê neke."

Hin kesên danezan îmzekirin ev in:

  • Noam Chomsky (MIT)
  • Michael Walzer (Zanîngeha Princetonê)
  • Charlotte Bunch (Zanîngeha Rutgersê)
  • Todd Gitlin (Zanîngeha Columbiayê)
  • David Graeber (Dibistana London a Aborîyê)
  • Nadje Al-Ali (Zanîngeha SOASê)
  • David Harvey (CUNY Gradutate Center)
  • Michael Hardt (Zanîngeha Duke)
  • Marina Sitrin (SUNY Binghamton)
  • Bİll Fletcher (Serokê Berê yê Foruma Trans Efriqayê)
  • David L. Phillps (Zanîngeha Columbiayê)
  • Joey Lawrance (Derhêner, Hunermendê fotogiriyê)

 

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Perlemantarên kurd ji bo vegera Hewramî kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin
Li Kurdistana Îranê ji bo Kirmaşanê kampanyaya 'Çavê welêt li me ye' dest pê kir
Peskov derbarê lêpirsîna rayedarên kampanyaya hilbijartinê ya Trump de axifî
Dema kampanyaya hilbijartinên Kurdistanê aşkere bû
Kampanyaya ‘Em Twitter a Kurdî dixwazin’ ket rojeva Twitterê
Etîketan:
kampanyaya îmzeyan, Operayona muhtemel a Efrînê, kampanya, Hervey, Chomsky, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de