15:37 25 Gulan 2018
PEGIDA, Dresden, Almanya

Almanya jî derbarê Efrînê de daxuyanî da

© AP Photo / Jens Meyer
Ewropa
Lînkê kurt
0 40

Wezareta Karên Derve ya Almanya derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyê ya li ser Efrînê de daxuyanî da. Berdevkê Wezaretê bang li Tirkiyê kir ku li herêmê ji aliyê leşkerî û siyasî ve bi sexberî be.

Berdevkekî ji Wezareta Karên Derve ya Almanya derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyê ya li ser Efrînê de daxuaynî da. Berdevkê ku di civîneke çapemeniyê de pirseke derbarê mijarê de bersivand diyar kir ku Almanya, rewşa li Bakurê Sûriyeyê bi baldarî dişopîne û weha berdewam kir: "Em hêvî dikin ku Tirkiye wekî heta niha kiriye dê helwesteke xwedî sexberî ya ji aliyê leşkerî û siyasî ve bike û em vê yekê dipên.

Berdevk da zanîn ku, hinek metirsiyên Tirkiyê yên meşrû hene derbarê sînorê Sûriyê de û got girîngiya vê yekê ji bo Tirkiyê mezin e. Berdevk destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de divê fikarên Tirkiye li darîçav werin girtin.

‘DIVÊ BAL LI SER TÊKOŞÎNA CÎHADÎSTÊN TUNDREW BE'

Berdevkê Wezareta Karên Derve aşkere kir ku ji bo Almanya tişta girîng ew e ku, di çalakiyên leşkerî yên li Bakurê Sûriyê de, divê bal li ser cîhadîstên tundrew be û weha berdewam kir: "Di vê çarçoveyê de tişta ji bo me girîng ew e ku divê di çalakiyê leşkerî yên li Bakurê Sûriyê de DAIŞ, û rêxistinên wekî berdewamiya wê yên wekî El Nusra, Heyet Tehrîr el Şam hebin ku Neteweyên Yekbûyî jî wan wekî terorîst bi nav dike."

Bi heman mijarî:

Ji Almanya û Fransa daxuyaniya Kurdistanê
Almanya: Kurdan soz daye, dê piştevaniya pêşmerge berdewam be
Almanya: Em hêvî dikin dîsa Pêşmergeyan perwerde bikin
Almanya: Em ji eleqeya Kurdan têdigihên, lê referandûmê em xemgîn kirin
Krîza di navbera Almanya û Tirkiyeyê de kûrtir dibe
Almanya bi fermî dê Tirkiyeyê veto bike
Etîketan:
têkoşîn, Efrîn, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de