15:47 25 Gulan 2018
Katalonya- Serxwebûn

Serokatiya Parlamentoya Katalonyayê dîsa serxwebûnxwazan bi dest xist

© REUTERS / Yves Herman
Ewropa
Lînkê kurt
0 20

Endamê partiya serxwebûnxwaz ya Çep a Komarê Roger Torrent li Parlementoya Xweser a Katalonya ya Spanyayê weke serokê parlementoyê hate hilbijartin.

Parlementoya Xweser a Katalonyaya Spanyayê piştî hilbijartina berwext a 21ê Berfanbarê cara ewil hate civiya. Di danişînê de koltuxên Serokê Katalonyaya Xweser Carles Puigdemont ê ku derheqê wî de biryara girtine hatiye derxistin û parlementerên girtî yê xerxwebûnxwaz vala man. Koltuxên vala bi awayekî sembolik bi kurdelaya zer a ku li Katalonyayê weke sembola serxwebûnê tê qebûlkirin hatine xemilandin.

SEROKÊ SERXWEBÛNXWAZ: EZ DÊ BIBIME DENGÊ HEMÛ DELEGEYAN

Endamê partiya serxwebûnxwaz Çep a Komarê Roger Torrent piştî hate hilbijartin li parlemanê axaftinek kir û got, "Hêviya min ew ku ev serdem bibe serdema demokrasî û pêkve jiyanê."

Torrent parlementerên girtî bibîr anîn û got, "Ez dê bibime dengê hemû delegeyan"

 

‘BI SEROKEKÎ KU BI TENÊ SERXWEBÛNÊ DIXWAZE ME DEST BI SERDEMA NÛ YA YASAYÎ KIR’

 

Ji hêla din ve seroke partiya serxwebûn nexwaz (C's) Ines Arrimadas, "Bi serokekî ku bi tene serxwebûnê dixwaze me dest bi serdema nû ya yasayî kir, Eynî wek dema berê."

Parlamentoya Katalonyayê piştî referandûma serxwebûnê ya 1ê Cothema 2017an ji aliyê rêveberiya navendî ya Spanyayê ve hatibû hilweşandin û 21ê Kanûnê hilbijartinên pêşwext li Katalonyayê hatibûn kirin. Serokê Katalonya yê berê Pûîgdemont ku ji ber sûcdariyên derbarî wî de niha li Belçikayê ye.

Bi heman mijarî:

Katalonya ji bo hilbijartina parlamentoyê çû ser sindoqê
Serokê Katalonya ku teslîm bibû bi şert hate berdan
Îspanya li Ewropa fermana girtina serokê Katalonya derxist
Îspanyayê ragihandina serxwebûna Katalonya betal kir
Iraq: Dê serxwebûna Katalonya Qralîyeta Îspanyayê bixe metirsiyê û demokrasiyê têk bibe
Etîketan:
Serokê Parlemanê, Serxwebûnxwaz, Hilbijartin, Serxwebûn, Spanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de