02:17 24 Nîsan 2018
    Li Yewnanistan Komînîstên ku dixwestin têkevin parlametoyê bi polîs re şer kirin

    Komunîstên ku dixwestin têkevin parlametoyê bi polîs re şer kirin

    © REUTERS / Alkis Konstantinidis
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Yewnanistanê komunîstên ku difikirin dê bi ‘projeyasaya îstîqrarê' derbe li mafên karkeran bikeve bi polîsan re şer kirin. Gelek sendîka diparêzin ku dê bi vê projeyasaya ku wê di 15ê Rebendanê de li parlamentoyê were deng dan, dÊ mafên karkeran û destkeftiyên civakî zirarê bibînin.

    Bi hezaran kesên ku biryarê protesto dikin îro li Atînayê, li Qada Sîntaga ku parlamento jî lê ye kom bûn xwepêşandaneke protestoyî li darxstin.

    Endamên Partiya Komunist a Yewnanistan (KKE) jî piştî xwepêşandanê hewl dan ku têkevin parlamentoyê. Polîsan bi gaza îsotan mudaxaleyî xwepêşandaran kir.

    ‘HEYA DAWIYÊ EM Ê TÊBIKOŞ IN'

    Serokê partiyê Dîmîtrîs Kûtsûmbas weha axivî:

    "Me ew hişyar kirin. Wê destkeftiyên karkeran ku heya niha hatine qezenc kirin binpê nekin, dê mafên grevê betal nekin, dê bi ser nekevin ku xanî bi mazetê werin firotin. Gel ji bo van bê hikûm bike dê heya dawiyê li ber xwe bide.

    Sendîkayan ji bo ku projeyasayê protesto bikin di 15ê Rebendanê de greveke ku 24 saetan bidomê îlan kirin. Di dema dengdanê ya saet li dor 18.00an de, dê dîsa li heman derê çalakiyeke protestoyî were li darxistin.

    Bi heman mijarî:

    Gelo Yewnanistan ji qada ewro derkeve?
    Yewnanistan rêya Ewrûpa ji penaberan re vedike
    Li Katalonyayê piştî referandûmê grev
    'Ji bo Ocalan grev, ji bo aştiyê deriyekî nû''
    Fransa qedexeyê datîne ser grev û meşan
    DÎSK, KESK, TMMOB: Li hemberî şer grev
    Etîketan:
    maf, destkeftî, komunîst, Dîmîtrîs Kûtsûmbas, Yewnanistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de