16:14 26 Nîsan 2018
    Cihuyên Ortodoks

    Dê li Almanya dijberên cihuyan û dewleta Îsraîlê bên dersînorkirin

    © AFP 2018 / THOMAS COEX
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hevpeymaniya Yekîtiya Demokratî ya Xirîstiyan (CDU) ku Angela Merkel Seroktiya wê dike û Yekîtiya Sosyalî ya Xirîstiyanan (CSU) ya Almanyayê, amadekariya pêşkeşkirina pêşnûmayeke yasayî dike ku dijberên ‘antî semîtizmê-îsraîl û cihuyan’ bên dersînorkirin.

    Li gor nûçeya Die Welt a almanî di pêşnûma yasayê de tê gotin ku ‘Dê bi her awayî bi teqezî awayê jiyana cihuyan were qebûlkirin' û ‘Kesên li Almanyayê dijîn û awayê jiyana cihuyan û dewleta Îsraîlê nas nekin' dê ti mafê wan ê jiyanê li wî welatî tune be.

    DÊ YASA LI ROJA SALVEGERA QIRA CIHUYAN BÊ PÊŞKEŞKIRIN

    Tê çaverêkirin ku pêşnûmaya yasayî roja 27ê Çileya 2018an ku salvegera qira cihuyan e ji parlamentoya Almanyayê re were pêşkeşkirin.

    Jeta Sukhoi Su-30î - Baregeha Hmeymimê
    © REUTERS / Rusya Savunma Bakanlığı
    'EM Ê LI DIJÎ ANTÎ SEMÎTÎZMÊ BI BIRYAR BIN'

    Wekîlê hevpeymaniya CDU û CSUyê Stephan Harbarth li ser mijarê got, "Em dê li dijî antî semîtîzma koçberên ereb û afrîkî yên li Almanyayê, bi biryar bin."

    Hêjayî gotinê ye, pêşnûma yasaya li dijî antî semîtîzmê ‘dijberiya Îsraîlê û cihuyan' piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a paytextnasîna Qudsê tê ku bûbû sedema nîqaşê li cîhanê.

    Bi heman mijarî:

    Xwarina Rihayê Boranî hate tescîlkirin
    Gobaçov: Divê welatên xwedî çekên nukleerî berpirsyariyên xwe ji bîr nekin
    HDPê ji bo Mehmûd Xoceyê Hababamê peyama serxweşiyê weşand
    Li Kolana Hunerê ya Diyarbekirê teqînekê rû da
    PKKê îdia kir ku li Şirnexê 6 leşkerên tirk hatine kuştin
    Etîketan:
    Îsraîl, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de