14:05 18 Sibat 2018
Zindî
    France : l'ex-FEMEN Amina sera jugée pour une agression à Paris

    Erdogan li Parisê ji aliyê gelek koman ve hat protestokirin

    © AP Photo/
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 30

    Ligel rêxistina femînîst ya navdar FEMEN ku bi çalakiyên xwe yên tazî tê naskirin, Rojnamgerên Sînornenas û saziyên civaka sivîl jî îro li Parisê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan protesto kirin û jê re gotin, 'Qatilê mafê mirovan.'

    Şaxê FEMENê ya li Fransayê, di ser hesabê xwe yê tiwitterê ku li Tirkiyê, berî serdana Erdogan bo Fransayê hatibû astengkirin ragihand ku, ev protesto ji bo, mafên LGBT, azadiya çapemeniyê û mafên kurdan tê li darxistin.

    Aktivîstên FEMENê, dirûşma ‘Qatilê mafê mirovan Erdogan' qêriyan.
    Hesabê FEMENê yê Twitterê yê li Tirkiyê jî protesto weha ragihand: "Erdogan îro di firavînê de bi Macron re hate gel hev. Tiştên ku Erdogan xwarin û qedandin: Mafên jinan, mafên hevzayendan, mafên kurdan, mafên rojnamegeran.
    Vîdeoyeke aîdê çalakiyê li ser hesab3e Facebookê yê Ajansa RT jî hate belav kirin.

    Aktîvîstên FEMENê piştî çalakiyê hatin binçavkirin.

    Herwiha yên ku Erdogan protesto kirin ne tenê FEMEN bû. Erdogan li Fransayê ji aliyê saziyên sivîl û Rojnamegerên Sînornenas ve jî hate protesto kirin.
    Komeke ku Erdogan protesto dikirin, li meydane Chatelet ya ber parlamentoya Fransayê hatin gel hev. Di protestoyê de dirûşmên ku Erdogan rexne dikin hatin qêrin.

    Di serdana Erdogan de Rojnamegerên Sînornenas jî bi maketên rojnamegerên li Tirkiyê girtî Erdogan protesto kirin.

    Bi heman mijarî:

    Çalakvanekî amerîkî bi alaya Rûsyayê Trump protesto kir
    Bi alaya Rûsyayê Trump protesto kirin
    Jin dê biryara dadgehê bi mîstina di pîsûvaran de protesto bikin
    Tirkiye: Em Amerîkayê protesto dikin
    Kurdistaniyan Îran protesto kir
    Li Yemenê bi sedan hezaran kes mudexaleya koalîsyona ereban protesto kirin
    Etîketan:
    FEMEN, Protesto, mafên mirovan, Recep Tayip Erdogan, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de