02:25 18 Sibat 2018
Zindî
    Ahenga Referandûma serxwebûna Kurdistanê li Hewlêrê

    Televîzyoneke Almanyayê belgefîlmeke bi navê 'Kurd kî ne?' weşand

    © REUTERS/ Ahmed Jadallah
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Televîzyoneke almanî di derbarê kurdan de belgefîlmeke bi navê ‘Kurd kî ne?' weşand. Televîzyon di belgefîlmê de ji serjimara kurdan heta hêzên çekdarî yên kurdan behsa gelek aliyên kurdan dike.

    Televîzyona almanî ya bi navê ZDF Info di derbarê kurdan de belgefîlmeke bi navê ‘Kurd kî ne?' amade kir. Televîzyonê di wê belgefîlmê de ji bo kurdan got ku "Kurd etnîsîteyek e ku dewleta wan a neteweyî tune ye."
    Di wê belgefîlmê de hat diyarkirin ku kurd li çar welatan nîştecih in û ev her çar welat wekî Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye hatin nîşandan. Televîzyonê ragihand ku hejmara kurdên li van deran dijîn, di navbera 30-45 milyonan de ye û got, "Herwisa li Almanyayê jî bi sed hezaran kurd dijîn."

    Di belgefîlmê de behsa zaravayên zimanê kurdî jî hat kirin û hat gotin diyalektên wê yên cuda yên wekî Kurmancî û Soranî hene. Li gel vê yekê dîn û mezhebên cuda yên kurdan hatin nîşandan

    'KURD RASTÎ GELEK ZILMAN HATIN'

    Televîzyonê di heman demê bal kişand ser zilm û zordariyên li kurdan hatiye kirin û ev tişt hatin gotin, "Kurd gelek caran rastî zilm û zordariyê hatine. Di sala 1988an de Seddam Husên li Helebceyê 5 hezar kurd bi xaza kimyewî kuştin. Li Tirkiyeyê jî di navbera rêxistinên kurd û dewletê de şer heye." Televîzyonê di belgefîlma xwe de bal kişand ser şerê vê dawiyê yê nav Nisêbîn, Sûr, Cizîr û Farqînê û hwd. û hat gotin ku "di nav 18 mehan de 2 hezar kes hatin kuştin."

    Televîzyonê di derbarê hêzên çekdar ên kurdan de jî diyar kir ku ew hêzên herî baş tên zanîn pêşmerge, YPG/YPJ û PKK ne. Herwisa hat gotin ku ji van hêzan ya bi navê PKKê, wekî ‘rêxistineke terorê' tê qebûlkirin.

    Bi heman mijarî:

    Şanda Bexdayê ya 3 partiyên kurd: Ebadî soz da me
    Çekdarên Heşda Şeibiyê li Mûsilê hemwelatiyekî kurd kuştin
    Ciwanekî kurd du xwîşkên xwe kuştin û reviya
    Kolberên kurd dîsa rastî êrişê hatin: 2 kuştî û 2 jî birîndar
    Danişîna Parlamentoya Iraqê ji ber boykotkirina kurd û suneyan hat taloqkirin
    'Şervanên kurd xetertirîn DAIŞiya frensî girtiye'
    Etîketan:
    belgefîlm, Televîzyona ZDF Info, pêşmerge, YPJ, PKK, YPG, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de