14:47 19 Nîsan 2018
    Îtalya

    Serokwezîrê Îtalyayê ji Barzanî re nameyek şand

    © AP Photo / Luca Bruno
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Îtalyayê Paolo Gentiloni ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re nameyek şand. Gentiloni di nameya xwe de hêvî kir, ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyalog dest pê bikin.

    Serokwezîrê Îtalyayê Paolo Gentiloni, roja 27ê Berfenbarê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re nameyek şand û got, ku welatê wî bi giringî rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê dişopîne û rû bi rûbûna terorê wê weke xala me ya hevbeş bimîne. Em ji wê pêngavê gelek razî ne, ku ji aliyê serbazî ve ji bo rizgarkirina bajarên dawîn ên di destê DAIŞê de bûn, hatine avêtin."

    HÊVÎ DIKIM DIYALOGA DI NAVBERA HEWLÊR Û BEXDAYÊ DEST PÊ BIKE

    Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Paolo Gentiloni di nameya xwe de hêvî kiriye ku diyaloga di navbera Hewlêr û Bexdayê di demeke nêzîk de dest pê bike û li gel civaka navdewletî, em hêvîdar in, ku di çarçoveya Iraqeke yekgirtî, federal û demokratîk de, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan, bi awayekî lezgîn diyaloga di navbera Bexda û Hewlêrê de dest pê bike. Em hemû aliyên siyasî hewl didin ku diyalogê bikin û di nava xwe de hevkarê hev bin."

    ASTENGKIRINA GEFA TERORÊ FAKTOREKE BINGEHÎN E

    Gentiloni herwiha di nameya xwe de eşkere kiriye ku: Seqamgîriya navçeyên hatine azadkirin, ji bo vegera malbatên koçber û astengkirina gefa terorê faktoreke bingehîn e. Îtalya, ku rahênan û perwerdeya leşkerî dide hêzên çekdarên Iraq û Herêma Kurdistanê, wê di rêza pêş a tekoşîna li dijî terorê de bimîne."

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê hewldanên girîng hene
    'Li Qendîlê avakirina herêmeke nû ji aliyê PKKê ve projeya Barzanî û Îsraîlê ye'
    Barzanî: Destek li dû van tine be, mirov çima avahiyan bişewitîne?
    Sîrwan Barzanî ji bo Spûtnîkê: 5 termên DAIŞê ketine destên Hêzên Pêşmerge
    Wezîra Parastin a Almanyayê pêşwaziya Barzanî kir
    Etîketan:
    daxwaz, diyalog, diplomasî, name, Barzanî, Paolo Gentiloni, iraq, Iraq, Italya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de