15:33 21 Gulan 2018
    Astronot Scott Kelly’nin Uluslararası Uzay İstasyonu’ndan(UUİ) çektiği fotoğraf.

    Du pêşdîtinên kahîna bulgar Baba Vanga ya ji bo sala 2018an derket holê

    © Foto: NASA/Scott Kelly
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kahîna Bulgar bi pêşdîtinên xwe yên başlkêş cardin ket rojevê. Li gorî kahînê dê Çîn ji Amerîkayê derbas bike.

    Balafira J-20 ya nû ya Çînê
    © REUTERS / CHINA STRINGER NETWORK
    Wekî ku tê zanîn Vanga berê jî di nav kehanetên xwe de cî dabû 11ê Îlonê û derketina rêxistina DAIŞê. Kahîna ku gellek kehanetên wê rast derketin, niha jî ji bo sala 2018an 2 pêşdîtinên wê hatin eşkere kirin.

    Baba Vanga ya ku ji 16 saliya xwe ve çavê wê kor bû û wek Nostradamusa Balkanan dihat binavkirin heta niha gellek caran pêşdîtinên wê rast derketin. Vanga di sala 1996an de 85 salî jiyana xwe winda kiribû. Kahîna navdar, ji êrîşên 11ê Îlonê bigrin heta keraseta tsûnamîya 2004an, avakirina DAIŞê, derketina Brîtanya ya ji Yekîtiya Ewropayê û gellek mijarên ku dîroka cîhanê guherandin, texmîn kiri bû.

    JI BO 2018AN DU KEHANETÊN GRÎNG

    Baba Vangaya ku dema li jiyanê bû pêşdîtinên wê ji aliyê hikûmeta Bulgaristanê ve dihat tomar kirin, ji bo sala 2018an jî du pêşdîtinên wê derketin holê. Ji vana yek, Çîn wê Dewleta Yekîtiya Amerîkayê derbas bike û bibe hêza super. Pêşdîtina din jî ew e ku, li Venusê cureyekî enerjîyê bê dîtin. Ji ber ku li Venusê niha tu xebat tune ye tê payin ku ev kehaneta Vangayê niha bi cîh nayê.

    PÊŞDÎTNÊN VANGA YÊN JI BO SALÊN PÊŞ

    Ji aliyê din, li gorî pêşdîtinên Baba Vanga ya ji bo salên pêş, ‘di sala 2028an de wê birçîbûna li cîhanê bidawî bibe. Di sala 2256an de kolonîyên Marsê wê bibin xwedî çekên nukleerî, dinya di sala 2341an de wê bibe cîhekî ku mirov nikaribe lê bijî.'

    Bi heman mijarî:

    'Xizanî însanan zîrektir dike'
    HDP: Ger rewş neyê guhertin dê li Tirkiyeyê şerê navxweyî derkeve
    Lavrov hejmara beşdarên Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriye eşkere kir
    Abdullah Gul hişyarî da hikûmetê
    Etîketan:
    kahîn, pêşdîtin, baba vanga, Bulgaristan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de